Wezîrê berê yê Îzlandayê Ogmûndûr Jonasson di çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li pêşiya Konseya Ewropa ya li dijî tecrîdê de axivî û daxwaza azadiya Ocalan kir.

Çalakiya rûniştinê ya bi mebesta ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ya li ber Konseya Ewropayê (KE) di roja 3’an de ye.

Nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê jî beşdarî çalakiyê bûne û îro seat 11:00’an li herêma ku çalakiya Nobeda Azadiya Ocalan a li beramberî avahiya Konseya Ewropayê didome de nêzî 150 çalakger kom bûn bi tîşortên “Ji Ocalan re azadî” dest bi çalakiyê kirin.

Beriya çalakiya rûniştinê têkildarî armanc û girîngiya çalakiyê axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd her roja diçe mezintir dibe, bi wesîleya rûniştinên Kongreyên Rêveberiya Herêmî û Xwecihî ku li Konseya Ewropayê didome de gelek nûnerên Ewropî serdana çalakgeran kirine.

BEŞDAR

Di nava kesên tevlî grevê bûne, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Civata Îslamî ya Kurdistan (CÎK), Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA), Yekîtiya Hêzê ya Şoreşgerî, Meclîsa Êzidî ya Şengal, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) û gelek rêveberên saziyan û navendan hene.

HETA PÊŞIYA KE MEŞIYAN

Çalakgeran seat 12:30’an ber bi herêma ku avahiya Konseya Ewropayê lê ye meşiyan. Li vir bi dirûşmeyan daxwaz hate kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê. Çalakgeran wêneyên girtiyên li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin hildan û  bi dovîz, pankartan daxwaza ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) kir ku demîldest bikeve nava tevgerê.

Çalakî nêzî nîv seatê dom kir û piştre çalakger dîsan vegeriya herêma ku çalakiya rûniştinê lê dihat kirin.

WEZÎRÊ BERÊ YÊ ÎZLANDAYÊ: KURDAN BERÊ MIN GUHERAND

Ogmûndûr Jonasson ku li Îzlandayê peywîrên Wezîrê Edalet û Karê Navxweyî girtibû axivî û got bi salane bûyerên li herêma navnetewî ji nêz ve dişopîne. Jonnosson diyar kir ku piştî naskirina Kurdan guherinek di wî de çêbûye û got dema endamtiya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) de Kurdan politîkayên bêdengî û bêhestiyariyê teşhîr kiriye. Jonasson got; “Baweriya min heye ku wê rojek doza Kurdan bi ser bikeve.”

DAXWAZA AZADIYA OCALAN KIR

Ogmûndûr Jonnasson gotinên xwe yên dema serdana Leyla Guven a li Amedê dubare kir û got, Guven ji bo nirxdayina jiyana mirov di greva birçîbûnê de ye.

Jonnasson qala xebatên li Îzlandayê yên ji bo ragihandina doza Kurd kir û got; “Doza we li Îzlandayê tê qebûlkirin û em spasiya we dikin.”

Jonnasson diyar kir ku esareta Rêberê Gelê Kurd tu caran nayê qebûlkirin û gotinên xwe bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” bi dawî kir.

Piştî axaftinên Ogmûndûr Jonasson girse carek din ber bi avahiya Konseya Ewropayê ve meşiya.