Delegeyê Fransayê yê ji Bazirganiya Derve Berpirsyar Franck Rîester diyar kir, tevî ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron gotiye, ti şerekî wan li dijî ‘Gelê Tirkiyeyê’ û ‘Tirkiyeyê’ nîne, Erdogan ‘li pey provokasyonê ye.’
Rîester ji radyoya Europe 1 re axivî û bersiv da gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê li dijî Macron.
Rîester ragihand ku Tirkiye di nava provokasyoneke êrişkar de ye.
Macron roja Pêncşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku nêzîkatiyên dewleta Tirk nayê qebûlkirin.
Tirkiyeyê li qadeke Yewnanistanê dest bi lêgerîna li gaza xwezayî kir û bi vî rengî li rojhilatê Derya Spî alozî zêde kir.
Li gorî Wezîrê Çandê yê Berê Frank Rîester Fransa dixwaze li herêmê serweriya Ewropayê xurt bike. Rîester got, “Divê serweriya Ewropayê misoger be, yekane tişta ku dewletên endam û serokkomar diparêze, ev yek e.”
Rîester ragihand ku Fransa dixwaze di vê mijarê de hem bi biryar be, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkê banga diyalogê dike.