Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir ku Emîr Abdullahiyan ji bo meşandina hevdîtinên li ser mijara nukleerê roja Sêşemê diçe Moskowayê.
Beriya niha bi 10 rojan dihate payin ku di hevdîtinên Viyanayê de li ser nukleerê peyamek bê amadekirin.
Lê belê Rûsya ya ku ji ber şerê Ûkraynayê li pêkanînên dewletên Rojavayî rast hat, 5’ê Adarê daxwazên nû kir.
Rûsyayê garantî xwest ku pêkanînên Emerîkayê bandorê li hevkariya aborî ya bi Îranê re neke.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken ev daxwazên ku hevdîtin dan rawestandin weke ‘li derveyî rojevê’ nirxand.