Çend roj beriya niha dezgehên ragihandinî diyar kiribûn ku Iraq di bin metirsiya belavbûna vîrûsê de nemaye û ji niha ve kariye vîrusê têxe bin kontrola xwe. Lê WHO’ê ev gotin pûç kir û ji dezgehên ragihandinî xwest ku bi berpirsiyar nêzî rewşê bibin.

Di heman demê de Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ferz dike ku ji bilî malpera wê ya fermî divê ji tu cihekî din agahî derbarê belavbûna vîrusê negirin û ew ê bi xwe li ser malpera xwe agahiyan belav bikin.

Heta niha li giştî Iraqê 1318 kes bi vîrusê ketine û 72 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.