Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir û tekez kir ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomin.

DÊRAZOR

William Robak di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de ku li Heqil Umer ê Dêrazorê tê lidarxistin, axivî.

Robak di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û wiha anî ziman: “Dixwazim li şûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyekê bidim. Em ji gelê Sûriyê re radigîhin ku DAIŞ`ê têk çû û herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê stratejiyeke mezin da koalîsyonê û hevalbendên wê.”

Robak destnîşan kir ku DYA`yê ji nava 59 dewletên di nava Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de bi rola xwe serbilind e û wiha anî ziman: “Heger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ tune bikira.”

Robak di axaftina xwe de wiha got:”Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin.”

Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin û wiha pê de çû: “Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Serok Trump got em ê her tiştê pêwîst li Sûriyê bikin.”

Di dawiyê de Robak wiha got:”Em destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe.”