Li gorî texmînên dîroknasan û xizmên qurbaniyan, di Şerê Navxweyî de yê navbera salên 1936-1939’an ku Franco bi ser ket, zêdeyî 100 hezar kes bûn qurbaniyên dîktatoriya faşîst.
Franco piştî Şerê Navxweyî heta kuştinên sala 1975’an welat bi faşîzmê bi rê ve biribû. Yên ku di dema Şerê Navxweyî û dîktatoriyê de hatin kuştin, hîn jî di gorên komî de ne.
Projeya qanûnî ya bi navê “Bîra demokratîk” roja Sêşemê li Desteya Wezîran Hate qebûlkirin. Li gorî lêkolînên di çarçoveya pêşnûme qanûnê de hatin kirin, wê li “berpiryariya dewletê” bê gerîn. Wê nexşeya gorên komî hemûyan bê amadekirin û ji bo diyarkirina qurbaniyan wê banka DNA’yê bê avakirin.
Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, “Bîr, edalet û sererastkirin divê pirsgirêkên dewletê bin.”
Sanchez got, “Ji bo naskirina qurbaniyên Şerê Navxweyî û dîktatoriyê, em îro gaveke din diavêjin (…) Em îro birînan hinekî din jî dipêçin. Em dikarin hî bi rûmetî li rabirdûyê binerin.”
Pêşnûme qanûn a ku divê li parlamentê pêşkêşî dengdanê bê kirin, her wiha wê mehkûmiyeta giştî ya rejîma Franco li dijî komargerên Spanî kiribû, betal bike.
Di vê çarçoveyê de wê ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafên mirovan ên di Şerê Navxweyî û dîktatoriyê de hatin kirin, wê dozgeriyek bê avakirin. Heta niha Qanûna Efûyê ya 1977’an pêşî li hemû lêpirsînên ber bi demokrasiyê digirt.