HDP wê di 1’ê Gulanê de bi 7 hezar xavikên spî 7 hezar kesên di greva birçîbûnê de ne temsîl bike. HDP’ê bang li her kesî kir ku 1’ê Gulanê li qada Pazarê ya Bakirkoyê bin.

1’ê Gulanê Roja Kedkaran wê îsal li Stenbolê li meydana Pazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê di çalakiya 1’ê Gulanê de balê bikişîne ser grevên birçîbûnê. Bi vê armancê jî wê bi şiyara ‘rahêje xavika xwe ya spî û were meydanê’ tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê bibe.

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek li ser sedema tevlîbûna endamên partiya wan bi xavikên spî got, “Xavika spî ne tenê ew xavik e ku dayikên Kurd didin serê xwe, xavikên spî nîşaneya aştî û biratiya li welêt e. Pêwîste ev nîşane baş bê nirxandin. Dayikên me yên ku niha li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê dibin hedefa heqaret û destdirêjiya polîsan, balê dikişînin ser tiştekî: bila zarokên me nemirin.

Dema ku zarokên wan nemir, wê zarokên gelên din jî nemirin. Dema ku zarokên wan nemir, wê hinek nikaribin li ser mirina leşkeran desthilatdariya xwe xurt bikin. Wê atmosfereke lînçê dernekeve holê. Ya rast, xavika spî jehrkuja hemû nebaşiyan e. Wê bibe jehrkuja tarîtiyê. Em neçar in ku di 1’ê Gulanê de bibin xwedî vê jehrkujê.”

‘NÊZÎKATIYA LI OCALAN NÊZÎKATIYA LI KURDAN E’

Çîçek di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê û destnîşan kir, di pirsgirêka Kurd de Ocalan aktorê herî demokratîk e. Çîçek got, “Di vê demê de pêwîste em nîşan bidin ku nêzîkatiya li wî nêzîkatiya li gelê Kurd e. Ji bo vê jî divê em bikin ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirine bên dîtin. Lewma em dixwazin 1’ê Gulanê baş bi kar bînin. Xeta têkoşîna hevpar divê bê xurtkirin. Me dît, dema ku têkoşîna azadiyê û têkoşîna kedkaran gihaştin hev, em dikarin zor û zehmetiyan hemûyan ji holê rakin.”

‘XAVIKA SPÎ TÊ WATEYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ’

Çîçek li ser dirûşmên xwe yên 1’ê Gulanê agahî da û got, “Xavika spî ji bo me tê wateya aştiyê, tê wateya têkoşîna azadiyê ye. Xavika spî ji bo me wekhevî ye, edalet e. Em hewl didin wekhevî û edaletê di şexsê xavika spî de berbiçav bikin.”

Çîçek herî dawî bang li kedkar û Kurdên li Stenbolê kir ku 1’ê Gulanê berê xwe bidin qada Pazarê ya li Bakirkoyê û têkoşînê xurt bikin.