Înisiyatîfa Nûn ji dema damezirandina xwe ya 4`ê Hezîrana 2022`yan ve, di warê belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan de gavên pratîkî diavêje.

Înisiyatîfê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 5’ê Nîsana îsal pêngaveke bi dirûşma “Hezar jin-dengek” dabû destpêkirin.

Berdevka Înisiyatîfa Nûn a Ji Bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman xebatên insiyatîfê nirxandin, da zanîn wan bi van gavan xwestiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi jinan bidin nasîn.

Sewsen anî ziman ku wan heta niha li Lubnan û Iraqê gelek panel û konfrenas li dar xistine, di wan çalakiyan de gelek pêşniyar hatine kirin ji bo ku ev raman belav bibe û têkoşîna di vî warî de berdewam bibe.

İnsiyatîf her wiha van xebatan bi awayê online jî pêk tîne.

Sewsen diyar kir ku ewê komek endamên ku sala borî di vî warî de hatibûn perwerde dikin, dîsa perwerde bikin û ji bo endamên nû jî pêvajoyên perwerdeyên nû li dar dixin.

Sewsen destnîşan kir ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e got:

“Rast e Rêber Abdullah Ocalan di aliyê bedenî de girtî ye lê belê vê girtinê rê li pêşiya belavkirina ramanên wî negirt û nikare bigire.”