Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya navçeya Girkê Legê hewl dide behreyên zarokan di hemû beşên hunerê de xurt bike.

Li gorî berpirsa Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Girkê Legê, derdora 100 zarokên temenê wan di navbera 7 heta 15 saliyê de perwerdeyên di hemû aliyên hunerî de dibînin wekî xêzkirina wêneyan, şano û perwerdeya li ser amûrên muzîkê.

Zarok bi çavdêriya mamoste û kesên pispor têne perwerdekirin.

Endama Rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran Canda Remo tekez kir ku refên perwerdeyê gelekî alîkariya zarokan kir û di demên xwe yên vala de sûd jê wergirtin.

Canda Remo wiha got: “Pirî caran zarok demên xwe yên vala li ser telefon û înternetê derbas dikin, ev yek jî bandoreke neyinî li ser kesayeta wan dike.”

Canda tekez kir ku dewreyên havînê wek firsetekê ji zarokan re ku dûrî tiştên neyinî bikevin, tên organîzekirin.

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê li navçeya Girkê Legê berpirsyariya 3 navendên çandê dike, ew jî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan, Navenda Çand û Hunerê li gundê Abirê û Navenda Çand û Hunerê ya Çil Axa ne.

ANHA