&- Rojnamevan Dîcle Muftuoglu li Hollandayê ji bo “Xelata Rojnamegerên Herî Berxwedêr” weke namzet hate nişandan.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Mûftûoglû ji bo “Xelata Rojnamegerên Herî Berxwedêr” weke namzet hate nişandan.

Bernama xelat dayine ji aliyê Free Press Unlimited ve te organîzekirin.

Andersson Boscan ji Ekvadorê û Philip Obaji ji Nîjeryayê ji bo heman xelatê bûn namzet.

Di 24″ê Cotmehê de wê kese xelat bigire ji aliyê juriyan we were eşkere kirin.

Merasîma xelat dayinê jî wê di 31ê Cotmeha de li bajarê Hollanda Den Haag bêne dayin.

Hefteya bê, rojnamevanên ku ji bo xelatê hatine diyar kirin, de li ser hesab û malpera medyaya virtual ya Free Press Unlimited werin danasîn.

Hejayî bi bîr xistinê ye ku Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de hatibû girtin niha li girtigeha jinan a Sincanê de tê ragirtin.