2’emîn Mîhrecana Wêje ya Osman Sebrî bi merasîma xelatê bi dawî bû. Mîhrecan diyarî berxwedêrên Efrîn û Şehbayê hatin kirin.

Mîhrecana Wêje ya Osman Sebrî ji aliyê Komîteya Wêje ya Kantona Qamişlo ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin, gelek kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûn. Mîhrecan 3 rojan dom kir.

Mîhrecan ku jiyana Osman Sebrî, guhdarkirina helbestan a bi Erebî, Kurdî, semînerên çîrok û helbestên Kurdî, dengbêj û muzîkan destpêkiribû bi merasîma xelatdayînê ve bi dawî bû. Mîhrecan diyarî berxwedêr û gelê li Şehba û li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin hate kirin.

Endamê Komîteya Nirxanê Dildar Deşto spasiyê wêjevan û helbestvanên beşdarî mîhrecanê bibûn kir û rola wan destnîşan kir.

Paşê xelatên yadîgerî pêşkêşî navenda Çand û Huner a Reqayê, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Navneda Çand û Hunerê ya Minbicê, Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê hatin kirin.

Navê kesên di beşên cuda yên festîvalê de hêjayî xelatê hatî dîtin wiha ne:

Çîrokên Kurdî: Neriman Evdikî, Mistefa Mistefa, Lema Elî
Helbestên Kurdî: Fatmê Sîdo, Îsmail Heci Mûrad, Lewend Yusif
Gotarên Kurdî: Pêşeroj Cewherî
Çîrokên Kurdî: Cuma El Heyder, Wan Silo, Îbrahîm Îshaq
Helbestên Erebî: Xidir Hemadî bin Hemadî, Îbrahîm Berekat, Ehmed Yûsif, Mistefa Sîno
Gotarên Erebî: Xalis Misewer, Cemîla Mihemed, Reşîd Ebbas.

ANHA