Şiyar Xelîl ê yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li paytexta Elmanya Berlînê rewşa wî giran bû.
Xelîl ê çend roj berê ji ber lêdan û nizimbûna dilê wî rakiribûn nexweşxaneyê tedawî red kiribû çalakiya xwe didomîne.
Aktivîstên Kurdistanî Şiyar Xelîl duh di saetên şevê de dîsa rewşa wî giran bû. Xelîl ê dîsa êşa dilê wî giran bû bangî ambûlansê kirin.
Tîmên ambûlansê yên saetên şevê hatin, kontrola nebz, heşhîsa lêdna dil û şekirê wî kirin.
Tîmê da diyarkirin ku divê bi lezgîn Xelîl rakin nexweşxaneyê. Lê Xelîl çûna nexweşxaneyê û tedawî red kir.
Doxtoran anî ziman ku di asteke pir zêde de pirsgirêka hiş pêre peyda bûye.




