Şiyar Xelîl ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, doh êvarê nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku tedawî qebûl nekir, vegeriya Mala Gel a Medyayê û çalakiya xwe dewam kir.
Şiyar Xelîl ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê 59 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xelîl doh êvarê nexweş ket û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ji ber roviyên wî xwîn bû ew bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Tevî ku doktoran israr kirin, Xelîl tedawî qebûl nekir û vegeriya Mala Gel a Medyayê. Xelîl çalakiya xwe didomîne.
Şiyar Xelîl li Mala Gel a Medyayê daxuyaniyeke kurt da û got, “Bila kes meraqan neke, rewşa min baş e. Şehadet jî hebe em ê bi serbilindî pêşwazî bikin.”
Xelîl destnîşan kir, ew bi biryar in ku berdêla xwe çi dibe bila bibe tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rakin.