Hunermedê Kurd Xelîl Xemgîn diyar kir ku piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wekî hemû qadan, qada muzîka kurdî jî xitimî û wiha axivî: “Ji bo ev yek were derbazkirin, divê hunermendên Kurd li gorî rihê demê, li ser nirxên şoreşê xwe nû bikin.”

HALÎT ERMÎŞ / NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Xelîl Xemgîn got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê di eniya tevgera azadiyê de, her wiha bi ked û perspektîfên giranbuha hewl dida bi avakirina eniya çand û hunerê xeleka bingehîn a eniya yekitiya neteweyî jî bi pêş bixe.

Xemgîn li ser rewşa huner û hunermendên kurd jî got piştî salên 2000’î di muzîka kurdî de xitimanînek çêbûye û ji bo derbaskirina vê xitimînê jî divê hem siyaseta kurdî perspektîfeke xurt bi pêş bixe, hem jî hunermendên Kurd ji bo wê bi erka xwe rabin.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî hate dîlgirtin, ne tenê li qada siyasî de, di qada muzîka kurdî de jî hin guhertin çêbûn. Muzîka kurdî ya beriya dîlgirtina Ocalan bêhtir geş bû. Muzîkên serkeftî dihatin hilberandin. Gelek hunermend û komên muzîkê yên kurdî muzîkeke serkeftî hildiberand. Ev muzîka ku dihate hilberandin ji hêla civakê ve jî pir dihate ecibandin. Lê niha gelek stranbêjên Kurd ên beriya sala 1999’an muzîkeke baş hildiberand, piştî 1999’an di hilberandina muzîkê de xitimîn. Sedema vê yekê çi ye?

Bi dîlgirtina rêzdar Ocalan re, ne tenê di qada çandî-hunerî de, her wiha di hemû qadan de xitimîn û krîzên giran rû dan, divê bi qasî hunermendan siyaseta kurd jî jo bo ku hunera kurdî xwe careke din kom bike divê xwedî perspektîf bin. Heya niha jî, ger li hin qadan ev xitimîn hatibe derbaskirin jî, lê belê li hin qadên din, ji ber gelek sedeman, piştî şok û hejandina 1999’an, heya niha jî ev xitimîn êdî veguheriye krîzeke bêoxir û bextşikestî!

Ev 20 sal e em vê êş û kambaxiyê diqîrin. Bi dehan gotar û nivîs li ser rewşa çand û hunerê min parve kirin. Hem bang hem jî rexne û gazin. Heya hêza dengê me hebû, em qîriyan! Lê mixabin pir zêde ev deng nehate bihîstin.

Ji salên 80’yî heta sala 1999’an hewl û mijûliyên rêzdar Ocalan li ser qada çand û hunerê hebûn. Ne tenê eniya tevgera azadiyê, her wiha, bi ked û perspektîfên giranbuha hewl dida bi avakirina eniya çand û hunerê xeleka bingehîn a eniya yekitiya neteweyî bi pêş bixe. Ji bo vê armancê jî, nêzîkahiyên rêberane û siyaseteke avaker, xwedî pîvan, bi destê xwe dimeşand û hemu bîrên civak û hunerê hembêz dikirin.

Bêguman eger em bixwazin serdema 1980/1999 der barê vejîn û berhemdayîna çand û hunerê de şîrove bikin, girîng e ku em bizanin kod û şîfreyên wê serdemê di hewl û nêzîkatiyên Serokatiyê de veşartî ne.

Di salên 90’î de, bi perspektîfên Ocalan, ji bo gengeşî û perspektîfên pêşketina çand û hunera kurdî, ji çar goşeyên cîhanê hunermend, rewşenbîr, pispor, zanyar û hwd. her sal konferans û komcivîn li dar dixistin, pirsgirêk û rêbazên avakirin û pêşketinan dihatin gotûbêjkirin.

‘Me xwe ji bo rihê sedsala 21’an amade nekir’

Lê mixabin îro bi dehan sazî û dezgehên Kurdan ên ragihandin û çapemeniyê hene, 20 sal e, heya niha gengeşî û gotûbêjeke cidî der barê çand û hunerê de, di kîjan dezgeh û saziyên Kurdan de hatiye kirin?

Der barê mijara çand û hunerê de girîng e du tişt di warê nirxandinê de ji hev werin cudakirin. Yekemîn; serdema destpêkê û avakirinê bû, yanî mirov dikare bibêje 1980-1999, cara yekemîn e ku bi perspektîf û paradîgma, çand û hunera Kurdan, bi şêwazeke rêxistinî û sazîgerî dest bi avakirinê dikir. Ya duyemîn jî, piştî sala 1999’an e. Wekî we destnîşan kir, serdema tevizandin û xitimînê, sotandin û xerckirina nirxên ku hatibûn afirandin.

Sed heyf û mixabin, belkî jî serdema avakirinê hîn bi dawî nebûye. Sazîbûn û bingehên ji bo pêşerojê cihê lingên xwe teqez nekiribûn, me ji bo sedsala 21’an di hişmendî, tevger û nêzîkatiyên polîtîk de guhertinên cîhanî ku bandor li tevahiya cîhanê kiribû, xwe amade nekiribû. Ji ber wê jî hejandina sala 1999’an li hin qadan vegeriya krîz û qeyranê. Heya niha jî nehatiye çareserkirin. Nirx û berhemên hunerî û çandî ku têkoşîna azadiyê di wê serdemê de afirandine, wekî prensîbeke exlaqî bi berpirsyarî pêwîst e mirov mafê wê radestî afirîner û sazûmankarên wê bike. Di serî de bi hewldanên rêzdar Ocalan û bi dehan şehîdên mîna Delîl Dogan, Sefkan û Mizgînan. Nirxên wê serdemê hatine afirandin, gelemperîkirina wan kedên pîroz di cih de nabînim.

Bi saya tekoşîna azadî û rizgariya neteweyî, wekî pêngaveke nû û ezmûneke yekemîn, gelek nirx û derfet ji bo pêşxistina huner û hunermendiyê hatin afirandin. Di wê serdemê de, wan nirxan bandor li her kesî kir, her wiha her kesî xwest ji wan derfetan sûdê wergire.

Êdî gelek derdorên bi hunerê re mijûl in, li qadên sûd wergirtinê û menfaetperestiyê geriyan. Mîna her kes jî dizane, bê çawa pergala dewleta dagirker koseptên li ser çand, huner û hunermendên Kurdan meşandin. Bê çawa sazî û dezgehên Kurdan ji naverokê vala kirin.

‘Nûkirin tê wateya perwerdekirina nifşên nû’

Dema ku mirov li muzîka salên 90’î dinêre, muzîka kurdî di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de mîna eniyekê bû. Di nav têkoşîna azadiyê de muzîka kurdî li bakurê Kurdistanê bi roleke mezin rabû û di nav têkoşîna li dijî dagirkeriyê de mîna parçeyek ji têkoşînê rola xwe bi cih anî. Hem muzîkeke baş hilberand û hem jî ev muzîka baş xiste ber xizmeta têkoşîna azadiyê û bi vî rengî rola xwe ya dîrokî ya salên 90’î bi serkeftî bi cih anî. Li gorî wê muzîka kurdî di vê serdema nû de çawa dikare dîsa di nav têkoşîna rizgariyê de bibe eniyek û bi hiş û rihekî neteweyî yê azadîxwaz geş bibe?

Ya rast ew e ku em çawa bikaribin li gorî serdemê, li ser bingeha nirxên hatine avakirin, çawa dikarin valahî û mesafeya navbera xwe û van guherînan de, bi lezgînî ji holê rakin. Yekane, ev jî bi hişmendiya ku bikare perspektîfa demê biafirîne, encax mimkun e. Ji bo civakeke bindest û her tiştê xwe hatî talankirin, vejandina muzîk û hunereke watedar û berhemdar, girêdayî perspektîfa siyaseta çand û hunerê ya nû ye. Eger em sedem û kelemên xitimîna van salên tengezar, bi zanyarî û zîrekî baş binirxînin, muhasebe û lêpirsîna wijdanî baş bi cih bînin, ezmûn û dersên pêwîst ji van 20 salên borî bikarin derxin. Bêguman asoyên fireh li pêşiya çanda kurdî vedibin. Der barê vê serdemê û rola muzîka kurdî de, li ser pirsa we, dixwazim vê baweriya xwe zelal û kurt bînim ziman. Ji nû ve avakirin û siyaseteke çandî-hunerî ye. Ev nayê wateya înkara nirxên berê hatine afirandin. Li ser hîmê wan nirxên heyî, ji nû ve avakirin, bi metod û şêwazên berê jî, qet nikare encamekê bi dest bixe. A rast û maqûl, li gorî demê û pêdiviyên demê bikare xwe nû bike. Nûkirin û vejîna hunerê, tê wateya perwerde û xwedîderketina li nifşên ciwan. Sed mixabin, ji ber sedemên me li jorê anîne ziman, di atmosfera îro de, pêwendî û balkêşiya nifşên ciwan her ku diçe kêm û lewaz dibe. Bi kurtî, eniya çand û hunerê, ango dema xwe veguhêze û bikaribe bala nifşên ciwan bikişîne. Ji bo afirandina hunera demê, ji sedî sed bi feraseta nifşên nû, yên demê û aktîfkirina hişmendiya ji vê serdemê re bibe bersiv mimkun e.

‘Gelek saziyan ava dikin lê naveroka wan vala tê hiştin’

Çima hunermendên Kurd nabin xwedî nasnameyeke sazîbûyînê? Gelo ji bo avakirina nasnameyeke wiha di nav hunermendên Kurd de lêgerîn, nîqaşek, hewldanek heye? Heke nebe çima? Heke heye di çi astê de ye?

Rast e, ji bo nasnameya hunermendiyê sazî pêwîst in, lê mixabin heya niha gelek derdorên navê hunermendiyê li xwe kiriye di mijara sazîbûn û nasnameyê de wek hunermendên serbixwe fêm dikin. Ez ê tesbîtekê bibêjim; belkî ji bo hin kesan giran be, lê belê rast û rastî gotin, delameteke exlaqî ye. Dema hunermend û hunermendî tê gotin, bi hemû pîvanên gerdûnî, serwextî, hişyarî, agahdarî, zîrek û têgihiştî tê bîra mirov. Lê di rastiyê de hunermend ronakî û serkêşiya rastiyan tîne ziman. Divê van taybetmendiyên xwe ji bo civaka xwe jî, bi qasî nîvê ji bo şohreta xwe, ji civaka xwe re jî bike. Ya herî girîng jî berê xwe bide pîvan û feraseta gelê xwe. Bi baweriya min, hunermendên Kurd, dema hunermendiya xwe bi pîvanên derve û pîvanên pergalên dagirker dipîve, hingê xwe ji gel û civaka xwe qut dike. Ji bo civakên ku pirsgirêkên xwe yên azadiyê tune bin, belkî dengxweşî û fantaziyên hunermendiyê têrê bikin, lê ji bo neteweyeke di bin dagirkerî û gefên tunekirinê de, têrê nake.

‘Divê hunermedên Kurd roleke watedar di yekitiya neteweyî de bilîzin’

Îro li ser Kurdan bi giştî êrîşeke pir mezin heye. Hema em bibêjin hemû beşên civakê di nav hewldanekê de ne. Gelo ji bo ku di vê dema dîrokî de yekbûyîn û têkoşîna Kurdan, hunermendên Kurd dikarin çi bikin? Hûn wek hunermendekî navdar, dixwazin di vê mijarê de çi bibêjin? Girêdayî pirsa berê divê hunermendên Kurd ji bo pêşxistina yekitiya neteweyî çi bikin?

Çend salên berê jî hewldan hebûn. Bi baweriya min, platformek ji hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê re pêwîst e, ji bo ku di mijara yekitiya neteweyî de roleke girîng bilîzin. Di vê mijarê de ji beriya çend salan ve hewlên me çêbûn. Mînak, dikarim bêjim di sala 2009’an de ez û hin hevalên din, me pratîkeke wisa pêk anî. Atmosfer û heyameke pozîtîf bi rêya hunerê, hem di nava civakê de, hem jî di qada siyasetê de tê avakirin. Tenê siyaset dikarie wê heyamê vehewîne. Di vê mijarê de dikarin rolek watedar bilîzin.

ANHA