Xelkê Kerkûkê eşkere kirin ku nakokiyên PDK’ê û YNK’ê yên li ser wezîfeya walîtiya Kerkûkê kûr bûne û Kerkûkî baca wê didin. Bang li PDK’ê û YNK’ê kirin ku êdî xelkê nekin qurbaniyên nakokiyên xwe gotin; “Bi danîna waliyek Kurd ji bo Kerkûkê wê ti rewşa bajar neyê guhertin, eger bi kiryarî xizmet neyê kirin.”

 Xelkê Kerkûkê eşkere kirin ku nakokiyên PDK’ê û YNK’ê yên li ser wezîfeya walîtiya Kerkûkê kûr bûne û Kerkûkî baca wê didin. Bang li PDK’ê û YNK’ê kirin ku êdî xelkê nekin qurbaniyên nakokiyên xwe gotin; “Bi danîna waliyek Kurd ji bo Kerkûkê wê ti rewşa bajar neyê guhertin, eger bi kiryarî xizmet neyê kirin.”

Di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) de li ser wezîfeya walîtiya Kerkûkê de nelihevkirin û nakokî hene. Ji ber van nakokiyan ku YNK walîtiyê mafê xwe dibîne Kerkûk ji bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ve bi waliyek wekalet tê bi rêve bibin. Welatiyên Kerkûkê bi riya Rojnews’ê qala rewşa Kerkûkê kirin.

‘Bajar bi tevahî bûye leşkergehe’

Welatiyê Kerkûkê Şîrwan Ebdullah pirsgirêkên Kerkûkê weke pirsgirêka leşkerî û îdarî bi nav kir û got; “Mixabin, di warê leşkerî bajar bi tevahî bûye leşkergehe. Lê di warê îdarî de desthilatdariya Kurdan heye. Dikarin xwe yekalî bikin, ji bo danîna waliyeekê ji bo bajêr. Lê pêşbaziya di navber YNK Û PDK’ê de berdewame û lihev nakin.”

Şîrwan Ebdullah eşkere kir li ser mijara Kerkûkê YNK û PDK tawîzê nadin hev û wiha domand; “Çi nebe bila Kurd îdareya vî bajarî bigirin. Ji ber ku Kurd li Kerkûk wezîfeyan ji dest didin. Rojane rêveberên Kurd ji kar tên derxistin. Eger nekarin tiştekê jî bikin bila pêşî li vê diyardeyê bigirin.”

‘Xelkê Kerkûkê baca nakokiyên di navbera PDK’ê û YKN’ê didin’

Şîrwan Ebdullah da zanîn ku li Kerûkê Kurd bûne qurbaniyên nakokiyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de û got ku roja xelk baca wê didin û wiha domand; “Lewma ez weke welatiyekî Kerkûkê hêvî dikim ku vê rewşê çareser bikin. Kerkûk ji hemû berjewendiyan mezintire.”

Welatiyê Kerkûkê Aso Çirpe jî eşkere kir ku PDK û YNK j ber berjewendiyên xwe lihev nakin, ne ji ber berjewendiyên Kerkûkê û got; “Wê li bajêr hebûna desthilata Kurd bandoriyek mezin li ser welatiyan bike. Mînak li her seytereyekî ku Kurd lê nînin, dema dikevin Kerkûkê, ji bo me gelek pirsgirêk derdikevin.”

Aso Çirpe ji ber xemsariya ji bo Kerkûkê PDK û YNK’ê rexne kir û got ku tenê xwedî axaftinin û wiha pêde çû; “Eger Kerkûkê weke dilê Kurdistanê û qudisa Kurdistanê bi nav dikin, bila netenê axaftin be û bi kiryarî pêk bînin. Eger lihev nekin, li bajêr jiyan ji bo welatiyan nemaye. Eger lihev bikin, wê rewşa bajêr asayî bibe, derkeftên kar çêbikin û ji tirsê û xweşiyan rizgar bibin.”

‘Bi danîna waliyekî Kurd ji bo Kerkûkê re ti rewşa Kerkûkê neyê guhertin’

Rojnameger Soran Ebdulkerîm diyar kir ku wê bi danîna waliyekî Kurd ji bo Kerkûkê re ti rewşa Kerkûkê neyê guhertin û got; “Di 15 salên borî de ku waliyê vî bajarî Kurd bû, heman pirsgirêkên ku niha heyîn, wê demê jî hebûn. Lê, niha kûrtir bûne. Mixabin desthilata Kurd nekarî li Kerkûkê çareseriyek baş peyda bike. Helbet bandoriya destwerdana derve yên Îran, Amarîka û Tirkiye ya li Karkûkê jî heye. Lê tişta ku niha heye û zêdetir qala wê têkirin, danîna waliyekê ji bo Kerkûkê ye. Li gorî baweriya min, ji bo Kerkûkê danîna waliyek Kurd nikare van pirsgirêkan çareser bike.”

‘Kerkûk li Rojhilata Navîn pirsgirêka wê diyare û gelek metirsîdare’

Rojnameger Soran Ebdulkerîm eşkere kir ku wê waliyek Kurd ê ji bo Kerkûkê di warê derûnî de hinekê rewşa Kurdên bajêr baştir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an hêsan nîne heman desthilata berê bide waliyê Kerkûkê yê Kurd. Kerkûkê pirsgirêka nameyê heye. Pirsgirêka vegera ser bi Herêma Kurdistanê heye. Gelek pirsgirêkên kûrtir hene ku niha hêzn derve destwerdanê lê dikin. Bi awayekî zelal ev yek heye. Niha Kerkûk ji vê astê derketiye ku di navbera Bexda û Herêmê de nakokî be. Niha bajêr bûye nakokiyek di navbera Îran, Tirkiye û Amerîkayê de. Kerkûk li Rojhilata Navîn pirsgirêka wê diyare û gelek metirsîdare.”

(ab)