Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî -Mexmûrê, li dijî tecrîdê meş li darxistin.
Girseya li ber Saziya Malbaten Şehîdan kom bû, heta ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li Mexmûrê meşiya û daxuyaniyek da.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo got; 26 sal in Rêbertî û îradeye me bi tecrîdek mutlaq re rûbirû ye. Bi vê tecrîdê gelê Kurd ji polîtîkaya îmha û înkarê re tê derbas kirin. 3 sal in bi tu şêwazî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin.
Herî dawî ji di 20’ê Gulanê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Bi van pêkanînên xwe difikirin ku wê karibin gelê Kurd ji Rêbertiyê qut bikin û wê karibin pêşî li belavbûna fikrê Rêbertî bigirin.
Gelê Kurd, bi taybet jin û ciwan û dostên Kurdan wê ji şikandina vê tecrîdê têkoşînê bikin. Em soz didin ku em ê Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin û bi Rêbertiya xwe re azad bijîn.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dazî bû.