Endamên meclisên gel û jin yên Şengalê diyar kirin, azadiya Rêber Ocalan wê aşitiyê bîne tevahî cîhanê û gotin: “Emê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertî û xweseriya Şengalê dewam bikin. Divê hemû Êzidî xwe di ber azadiya Rêber Apo de berpirsyar bibînin. Eger em ji bo azadiya Rêber Apo tênekoşin, wê Şengal ji dest me biçe.”