Têkoşer Xemgîn Zîlan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî û tev li refên YPG‘ê bû, xeta hevalê xwe yê şehîd şopand û di oxira parastina Helebê de ji komên çete, tev li karwanê şehîdan bû.

Şehîd Reşîd Şêxo bi nasnav Xemgîn Zîlan sala 1996‘an li gundê Hec Xelîl ê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê ji dayik dibe. Reşîd di malbateke welatparêz de li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe. Reşîd zarokê çaremîn ê malbatê ye ku ji 3 bira, dê û bav pêk tê.

Reşîd xwendina xwe ya seretayî li Dibistana Sûzan Xalî ya Helebê diqedîne û di refa 7‘an de terk dike, piraniya dema xwe bi kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê re derbas dikir.

Dema ku Reşîd bû 4 salî, bavê wî ji ber rewşa madî ya nebaş derdikeve dewletên Ewropayê û li wir dixebite, 10 salan li wir dimîne û dîsa vedigere.

Reşîd bi rûkeniya xwe û rihê xwe yê geş dihat naskirin, lewre ji aliyê heval û xizmên ve xwe dihat hezkirin û bi hevalê xwe yê herî nêzîk şehîd Xemgîn Cûdî re ku di berxwedana Kobanê de şehîd bû, pir dilsoz bû.

Malbata şehîd Reşîd deriyê xwe ji kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê re vekiribû, ji lew re Reşîd roj bi roj bi doza kurdî ve dihat girêdan.

Di sala 2013‘an de bav û du birayên şehîd Reşîd ji aliyê pêxasên rejîma Sûriyê ve hatin binçavkirin, ji ber vê yekê kîn û nefreta wan a li hemberî rejîmê zêdetir dibû.

Dayika şehîd Reşîd, Meryem Bîlal kurê xwe yê şehîd bi bîr tîne û dibêje: “Kêm caran min didît Xemgîn digiriya, dema digiriya ji nava dilê xwe digiriya, wekî çawa ji dilê xwe dikeniya û henek dikirin, ew qas jî digiriya. Pir zîrek bû, dema 5 salî bû bapîrê wî navê ‘Kal‘ lê kiribû, ji ber ku nêzîkatî û dan û standinên wî nedişibiyan ên zarokan, wekî mezinan dida û distand.”

Tevlêbûna wî

Bi şoreşa Rojava re sala 2012‘an, Reşîd tev li xebatên ciwanên şoreşger dibe, wekî endamekî çalak, ciwanan bi rêxistin dike û xwepêşandanên ku rojên înê dihatin lidarxistin, bi rê ve dibirin. Di destpêka sala 2013‘an de tev li dewreyeke perwerdeyê ya leşkerî û bîrdozî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger dibe.

Di pevçûneke di navbera pêxazên rejîmê û ciwanên taxê de Reşîd birîndar dibe, tevî vê yekê jî xebatên xwe neda rawestandin.

Ji ber êrîşên li ser beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd ku mala şehîd Reşîd lê bû, malbat neçar ma ku biçe gundê Hec Xelîl ê herêma Racoyê û di sala 2014‘an de ji ber rewşa aborî ya xirab a malbatê Reşîd û birayê xwe yê biçûk bi mebesta kar berê xwe didin Tirkiyê.

Di êrîşên komên çete yên DAIŞ‘ê yên sala 2014‘an li ser kantona Kobanê de, hevalê şehîd Reşîd, ê herî nêzîk Xemgîn û hin şervanên YPG‘ê yên Helebê berê xwe didin Kobanê.

Reşîd jî li ser banga seferberiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihandibû bêyî dudilî ji Tirkiyê vedigere Efrînê.

Wê demê şehîd ji ajansa me re axivîbû û wiha gotibû: “Dema min dît ciwanên Bakurê Kurdistanê têl û dîwarên li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakur de dişikînin da ku derbasî Kobanê bibin, wek ciwanekî Rojava min şer kir ku ne ji berxwedêran me. Ji bo min cihê rûmetê ye ku li welatê xwe vegerim û tev li YPG‘ê bibim, bi vê yekê min banga Rêbertî bi cih anî.”

Li ser tevlêbûna wî ya nava refên YPG‘ê, dayika şehîd wiha dibêje: “Beriya ku Xemgîn Cûdî şehîd bikeve, israr dikir ku biçe Kobanê û li rex hevalê xwe bisekine. Min nedikarî tiştekî bibêjim, ji ber ku min dizanî her duyan soz dane hev ku bi hev re bin. Ji min re got tiştek nemaye ku tu bibêjî, ji ber ku dem hat. Ew cara duyemîn bû ku min dît digiriya û bi qîr derket.”

Reşîd Şêxo anku Xemgîn Cûdî, di merasîma definkirina hevalê wî şehîd Xemgîn li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şerayê de soz da ku ew ê çeka hevalê xwe rake û got: “Ez ê çek û navê Xemgîn rakim da ku her tim sax be” û li ser gora şehîd Xemgîn Cûdî “Xemgîn Reşîd” nivîsand.

Bavê şehîd Reşîd, Hisên Şêxo dibêje: “Şehîd Reşîd herî zêde nêzîkî diya xwe bû, ji ber ku 10 salan ez dûrî wî bûm, dema xwest tev li YPG‘ê bibe destpêkê min qebûl nekir, ji ber ku hîna biçûk bû, lê piştî şehadeta hevalê wî Xemgîn Cûdî, wê demê temenê wî guncaw bû ku tev lê bibe, min xwest li Efrînê tev lê bibe, lê wî qebûl nekir, got ez li Helebê çêbûme, hevalên min li Helebê şehîd bûn, ez ê vegerim Helebê û xeta Xemgîn bişopînim.”

Piştî tevlêbûna wî ya nava YPG‘ê, li taxa Şiqêf a ku hevalê wî Xemgîn Cûdî lê kar dikir, dixebitî.

Şervanê YPG‘ê, hevalê şehîd Reşîd, Mezlûm Helebê hin kêliyên xwe yên bi şehîd re derbas kirine, wiha tîne ziman: “Piştî civîn bi dawî bû, bi min re axivî û rexne kir, got divê tu çalaktir bî û rêbazên te bi hevalan re nerm bin. Me bi hev re karê ciwanan kir û meşên roja înê bi rêxistin dikirin, bandora wî ya li ciwanan mezin bû, cihê ku şehîd Reşîd lê bû, her tim aktîf û bi moral bû. Her tem digot divê em şehîd Xemgîn ji bîr nekin.”

Mezlûm dibêje xwesteka Xemgîn Zîlan ew bû ku ala YPG‘ê li mala şehîd Xemgîn Cûdî ya li taxa Eşrefiyê hilde û diyar dike ku wan xwesteka wî bi cih anî û li şûna wî al li mala Şehîd Xemgîn hildan.

Şervanê YPG‘ê Ednan Helebê hevalê şehîd Xemgîn jî wiha tîne ziman: “Şehîd Xemgîn dabû ser xeta şehîd Xemgîn Cûdî, pêşniyar kir ku perwerdeya sîuqastê bibîne, piştî perwerde bi dawî bû, şervan li eniyan hatin belavkirin. Ez û ew li kolana Muxaberat hatin belavkirin, wî her tim israr dikir li eniya pêş be, lewre ew li pêşî ma, em jî li paş bûn.”

Piştî çend rojan komên çete bi dijwarî êrîşî taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zeyd û Seken Şebabî kir, di navbera şervanan û komên çete de şerekî giran rûda, xwestin şervanan bixin dorpêçê, piştî çend rojan şer rawestiya.

Endan Heleb van kêliyan bi bîr tîne: “Me plan kir ku operasyoneke leşkerî li dijî nuqteyên çeteyan ên li avahiya Seken Şebabê pêk bînin, di planê de navê Xemgîn tune bû, lê wî gotibû heger bi me re neyê ew ê bi tena xwe biçe, ji ber wê yekê em neçar man wî bibin, ji ber dizanin ew ê bi ya xwe bike.”

Endan wiha didomîne: “Beriya operasyon dest pê bike, got ez ê morala hevalan bilind bikim, li defê da û dest bi stranan kir. Sibehê zû me dest bi çalakiyê kir û avahî ji çeteyan rizgar kir.”

Di 19‘ê Sibata 2016‘an de komên çete nuqteya ku Xemgîn û Xelîl lê diman, kir hedef û her du şervan şehîd bûn.

Cenazeyê şehîd Reşîd Reşo (Xemgîn Zîlan) 21‘ê Sibata 2016‘an bi merasîmeke biheybet li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera hate veşartin.

ANHA