Li bajarê Gavle yê Swêdê şehîdên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Kasim Engîn, Diyar Xerîb û Zeynep Kinaci (Zîlan) hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Gel a Gavleborgê ve hate lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Gel Makbûle Maraş diyar kir ku PKK partiyeke şehîdan e û destnîşan kir ku wê teqez “welatê ku xewn û xeyala şehîdan bû” diyarî gelê Kurd bike.

Ji qisekeran Mîrza Bayram jî bîranînên xwe yên bi endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb re anî ziman. Bayram got, “Xerîb di heman demê de perwerdekarekî mezin bû ku li ser dîroka Kurdistanê bi rojan dikarîbû biaxive.”

Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte diyar kir ku bi saya şehîdan ew xwedî tevgereke qewîn in.

Civîna bîranînê bi sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Kasim Engîn bi dawî bû.