Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got, serkeftinên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê nameyeke Sûrî-Sûrî ye ku serkeftina hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ispat dike. Hiso diyar kir, pêvajoya ku bê pêvajoyeke siyasî ya danûstandinan e.

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji ajana me re axivî û got, serkeftinên QSD‘ê serkeftina şoreşa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha axivî: “Dê karibe hevsengiyên siyasî biguhere. Peyama Sûrî-Sûrî diyar e ku asta xwedîderketina QSD‘ê li yekîtî û xaka gelê Sûriyê destnîşan dike.”

‘Serkeftina QSD‘ê serkeftina şoreşa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye’

Hiso di destpêka axaftina xwe de serkeftina QSD‘ê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê  wek serkeftinek mezin û dîrokî bi nav kir û wiha anî ziman: “Em dikarin serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê, wekî serkeftineke mezin bi nav bikin. Ev serkeftin ji berxwedaniya leheng a Kobanê destpê kir û heta roja ragihandina têkbirina çeteyan a di 23‘ê Adarê li bajarokê Baxozê  ket dîrokê.”

Xerîb Hiso di berdewama axaftina xwe de serkeftina QSD‘ê bi serkeftina şoreşa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî terorê û serkeftina vîna gelê Sûriyê bi nav kir û got: “Vê serkeftinê îsbat kir ku şoreşa pêkhateyên herêmê şoreşgeke hevgirta di hemû aliyên wê yên leşkerî û siyasî de ye. Serkeftina dawî ya QSD‘ê armancên şoreşê bi cih anî û yekîtiya pêkhateyên herêmê misoger kir. Her wiha hevgirtin û kombûna hemû pêkhateyan li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di aliyên siyasî û leşkerî de diyar kir.”

‘Serkeftina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê karibe siyaseta heyî bide guhertin’

Têkildarî bandora serkeftina QSD‘ê li ser di siberoja aloziya Sûriyê de Xerîb Hiso wiha got: “Serkeftinê îradeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di aliyê siyasî û leşkerî de îsbat kir. Serkeftina îro li ser erdê pêk hat vê yekê diyar dike. Di demekê de ku tu hêz nedikarî li hemberî terorê bisekine, tenê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek destî li hemberî terorê sekinîn û ew têk bibirin.”

Hiso, di nava axaftina xwe de bal kişand ser bandora serkeftina QSD’ê li ser aloziya Sûriyê û wiha pê de çû: “Ev serkeftin bandorek mezin li aloziyê Sûriyê kir. Lê siyaseta ku hin hêzên siyasî li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didan meşandin li ser esasê paşguhkirina hêzên aktîvpêk pêk dihat. Wan hêzan bi siyasetên xwe aliyên herî aktîv li ser erdê paşguh dikirin. Texmîn dikirin ku çeteyên wê dê li şûna hêzên aktîv herêmê bi rêve bibin, lê serkeftina pêkhateyan dê siyasetê biguhere.”

‘Erkek mezin li benda sîwana siyasî ya QSD‘ê ye’

Xerîb Hiso di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoya bê de, dê rola pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de mezin be. Ji ber ku pêkhateyan bi hêza xwe ya leşkerî serkeftinên mezin bi dest xistin û tu kesê nikaribe rola sereke ya van hêzan di çareserkirina aloziyê Sûriyê de paşguh bike. Tevî hemû astengî û gevan ji aliyê Rejîm û Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê wekî berê ji civînên Astana, Cinêv, Qahîre û yên din neyê dûrxistin. Pederson di demên dawî de bal kişand ser rola QSD’ê û sîwana wê ya siyasî MSD‘ê di çareserkirina aloziyê Sûriyê de.”

Hiso, wiha domand: “Ji bo misogerkrina mafê gelê herêmê di pêşerojê de û pêkanîna çareseriyeke radîlak ji aliyê Sûriyê de divê aliyên sereke yên ku destekê didin terorê werin muhasebekirin. Di nava vana liyan de Tirkiyê û Qeter di rêza yekemîn de ne. Evana dibe ku di siberojê de komeke çete bi navên din ava bikin û aloziya Sûriyê kurtir bikin. Li gel wê jî bêdengiya navdewletî û rejîma Sûriyê ya li hemberî vê yekê dê bihêle ku temenê aloziyê dirêj bike. Di heman demê de hişmendiya Tirkiyê û rejîma Sûriyê ya li dijî QSD‘ê ji hev ne dûr in. Rejîm li şûna spasiya hêzên ku xizmeta gelê Sûriyê dikin, bike gefan dixwe.”

‘Serkeftina QSD’ê nameyeke Sûrî-Sûrî ye’

Hiso di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku serkeftina QSD‘ê ji rejîma Sûriyê, gelê herêmê û cîhanê re namayeke Sûrî-Sûrî ye û wiha dom kir: “Asta xwedîkertina vê hêzê û parastina wê ya ji yekîtiya xak û gelê Sûriyê diyar dike. Her wiha ev serkeftin nameya hezkirina xaka Sûriyê, hezkirina welat û mirovahiyê nîşan dide.”

Xerîb Hiso, anî ziman ku peyman û daxuyaniyên ji bo serkeftina QSD‘ê tê wateya qebûlkirina aliyê siyasî ya hêza leşkerî û hêvî dide ku ev QSD û sêwana wê ya siyasî di çareserkirina aloziya Sûriyê de rolekê bilîze. Hiso got: “Rexmî ku sîwana siyasî ya vê hêza leşkerî bername û projeyên siyaseta demokratîk ji bo çareserkirina aloziya pêşkêş kiriye. Tu hêzên din ev çareserî pêşkêş nekirine. Lê mixabin ev proje pêk nehatine û ev hêz hîna jî tên dûrxistin.”

Hiso, li ser piştî têkçûna DAIŞ’ê siberoja siyasî ya herêmê destnîşan kir ku pêvajoya bê pêvajoya danûstandinan e. Hiso gotinên xwe wiha berdewam kir: “Pêvajoya bê dê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di qada herêmî û navdewletî de nûnertiya xwe bike. Li gorî madeya 2245 çarenûsa xwe diyar bike û destûrê amade bike.”

Hiso da zanîn ku serkeftina dawî ya QSD‘ê bawerî di navbera hêz û pêkhateyên herêmê de zêde kir, girêdana gelê herêmê û tevlêbûna wan a nava refên vê hêzê xûrt kir.

‘Rêkrêziya navxweyî dê destkeftiyên leşkerî biparêze’

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di daxwiya axaftina xwe de bang li hêzên siyasî û kesayetên serbixwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destkeftiyên hatine qezenckirin biparêzin, li hemberî gefên Tirkiyê û hewldanên wê yên tinekirina çanda pêkhateyên herêmê bisekine. Hiso got rê li ber belavbûna hucreyên veşartî yên çeteyan bigirin û wan tine bikin.

ANHA