Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê îro bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku şervanên wan çalakiyek li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê lidar xistine.
Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê dateyên çalakiyê wiha ne:
-18`ê Cotmeha 2018`an şervanên me bi du mayînan du erebeyên leşkerî yên çeteyên artêşa dagirker li herêma El-Meqle ya taxa Tirnde ya Efrînê teqandin. Erebeya yekemîn bi temamî hate teqandin û çeteyên têde hatin kuştin. Erebeya din a çeteyan ku bi hawara wan ve hat, mayîn bi wê de jî teqiya.
Di encama teqandina her du erebeyan de 4 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn.
Odeyê di dawiya daxuyaniyê teqez kir ku çalakiyên wan ên dawî di çarçoveya parastina rewa û tolhildana ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de pêk tîn.