Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanên wan li bejahiya bakurê Helebê 3`yê çeteyên Tirkiyê kuştin.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê hatiye weşandin wiha ye:
“Yek ji şaneyên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di 1`ê Cotmeha 2018`an de çalakiyek li bejahiya bakurê Helebê li ser rêya kastêlo lidar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin. Çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Ebû Elyeman El-Helebî, Ebû El-Ebas Hirêtanî, Ebû Abdullah El-Şamî.”