Girêdayî xebat û çalakiyên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Idlibê û hin deverên din ên Bakurê Sûriyeyê, Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên şervanên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê de li herêmên Efrîn, Idlib û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê de, şervanên me di 28’ê Tebaxa 2018’an de di çalakiyekê de serçeteyekî koma çeteyan a bi navê Sultan Murad ku beşdarî êrîşa li dijî Efrînê bûye yê bi navê Ebû Mihemed El-Domanî kuşt. Sultan Murad der heqê welatiyên Efrînê de gelek kirinên destdirêjî, talan û kuştinê kirine.

Şervanên me li devera di navbera her du gundên Senderê û Til Şihîr ên girêdayî navçeya Çobanbeg a gundewarên bakurê rojhilatê Helebê kemînek ji çeteyan re danî. Di kemînê de serçeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Domanî hate kuştin û çekên di destên wî de jî hatin desteserkirin û piştre şervanan xwe ji deverê vekişand.

Wekî berê me gotiye, em endamên Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê careke din piştrast dikin ku tolhildan ji mafê me ye û em ê tola xwe ji hemû çeteyên beşdarî êrîşa li dijî Efrînê bûne, hilînin.”