Odeya Çalakiyan a Xezeba Xeytûnê bi daxuyaniyekê ragihandin ku, di çalakiya hêzên wan de serçeteyekî koma “Feyleq El-Şam” Ziyda Mihemed Xeyûb hat kuştin. Xezeba Zeytûnê dîmenê çalakiyê belav kir.
 
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin:
“Şervanên me erka rakirina tola hemû şehîdên berxwedana Efrînê û gelê wê hilgirtiye. Hêzêm me di dîroka 28/8/2018‘an de li hemberî serçeteyekî Feyleq El-Şam ê bi navê Ziyad Mihemed Xeyûb ê ku li Efrînê komkujî der heqê sivîlan de pêk di anî, çalakî kirin.
Çete Ziyad Xeyûb ket kemîna hêzên me ku li ser riya navçeya Şiyê hatibû danîn. Piştî ku li xwe mukir hat ku bi artêşa Tirk a dagirker re êrîşî Efrînê kir, hate kuştin.
Wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, em soza xwe ya bi gel û welatê xwe re dûbare dikin, em li hemberî çete û xayînan tolê rakin.”