Li Hondûrasê ya ku welatekî Emerîkaya Navîn e namzeta Partiya Azadiya Çepgir û Avakirina Jinûve Xîomara Castro li hemberî rakîbê xwe Nasry Asfûra ji sedî 51.12 deng stend û bû serokkomara pêşîn a jin û ya herî zêde deng stendiye.

Wê Castro di 27’ê Kanûna 2022’an de were ser peywirê û 4 salan welat bi rê ve bibe.