Xirvatîstan yasayên Yekîtiya Ewropayê binpê dike û dixwaze 17 penaberên Kurd dersînor bike.
Li Xirvatîstanê ku tim bi kirinên dermirovî yên li ser penaeran tê rojevê, diyar bû ku 17 penaberên Kurd ji bo ku teslîmî Tirkiyê bikin li nêzî paytext Zagrepê li girtîgehê têne hiştin. Penaberên Kurd demên cuda dema ku xwestine derbasî Slovenyayê bibin hatine destgîrkirin, hate gotin hêzên çekdar ên Xirvat tehde li penaberan dike.
Yek ji penaberan ku bi telefonê xwe gihandî ANF’ê û nexwestî navê xwe bide ragihand polîsan bi jopan li hevalekî wan dane, piştî ku li nexweşxanê hatiye razadnin, ji bo ku were dersînorkirin li navenda dersînor ew kirine hicreyê.
Polîsên Xirvat bi êşkence û miemeleya dermirovî ya li ser penaberan tê zanîn. Li gel ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye jî ji bo ku serlêdana penaberan nestîne, gelek caran wêneyên êşkence û dersînorkirina penaberên li ser sînorê Bosna-Hersekê hatibûn girtin di medyaya Ewropî de weşiya bûn.