Navenda Nûçeyan ya ANFê, li ser xiyaneta PDK’ê nivîsek amade kiriye û dibêje; Xiyaneta PDKê, berê gihiştina aştî û demokrasiyê vergerand û bû bingeha desthilatdariya çeteyan.
31’Tebaxê yek ji mezintirîn qonaxa hilkişana şerê navxweyî tê hesibandin û heta îro jî bîrîna gelê Kurd ne hatiye derman kirin
Ajans dibêje; di sala 1991ê de Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî rejima BAASê raperîn kir û beşek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê ji destê rejima BAASê derxist. Yekem car deriyên azadiyê li pêşiya gel hate vekirin û rûpelekê xetzêrîn li dîroka Kurdistanê zêdekirin.
Piştî raperînê, nakokiyên di navbera PDK û YNKde dewam kirin. Di destpêka meha Gulana a 1994’an de jî li dijî hev şer kirin
Roja 19’ê Gulana sala 1994’an de, li seyrangeha bajaroka Pîrmam ya Hewlêrê, Odeya Çalakiyên Aştiyê hate avakirin. Piştî civîna Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî biryara rawestandina şer hate dayin. Lê ev biyar jî bê encam ma û şer dewam kir.
Roja 3’yê Hezîrana sala 1994’an Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yekalî agirbest ragihand.
Roja 31’ê Hezîrana 1994an de, bi amadebûna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya. Xwestin şer raweste, lê serneketin. Lê şer dewam kir û 15’ê Çile, hêzên YNK’ê Hewlêrê xistin bin kontrola xwe.
YNK’ê û PDK’ê, bi navbeynkariya Emerîka li paytexta Îrlanda Doblînê civiyan. Lê serneketin.
Li ser daxwaza YNKê, di 28’ê Tîrmeha 1996’an hêzeke Supayê Pasdarên Îranê, li çiyayê Heybet Sultan êrîşî baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kirin.
Tebaxa 1996’an, dîse hêzên PDK û YNKe, li Rewanduzê şer kirin. Hêzên YNK’ê Sefîn û Şeqlawe girtin û nêzî bajarokê Pîrmam bûn.
22ê Hezîrana 1996an, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima BAASê Sedam Hisên re şiyand û piştre çû Baxdayê û bi Sedam re hevdîtin kir.
Piştî lihevkirinê, di sibeha 31’ê Tebaxê de 30 hezar ji artêşa Iraqê, bi 150 tankî êrîşî Hewlêrê kirin û YNK têk çû.
Hêzên YNK’ê jî, bi alîkariya Supayê Pasdarên Îranê êrîş kirin Silêmanî bidestxistin û heya nêzî Hewlêrê hatin. Lê rejimê gef li YNK’ê xwarin, Balafirên şer yên dewleta Tirk jî, ji bo destekê bidin PDKê, li navçeya Koyê, Şeqlawe û Ranyayê hêzên YNKê bombarduman kirin.
AJansa ANFê dibêje; di encama êrişa 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kesan birîndar bûn. Zêdetirî 100 kesî winda bûn.
Heta niha li ser vê xiyanetê helwestek bi qasî tê xwestin nehatiye nîşandan. Parlementoya Herêma Kurdistanê jç, helwestek nîşan nedaye û tu kesek mehkum nekiriye.
Ji bilî xiyaneta 31’ê Tebaxê, Aşbetalî jî ytek ji xiyaneta li Başûrê Kurdistanê ye. Xiyanetên herî dawî jî radestkirina Şingalê ji bo çeteyên DAIŞ’ê ye. Gava duyemîn ya xiyaneta li dijî Şingalê Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku di navbera PDK’ê û desthilatdariya Kazimî de hat îmzekirin e.
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê 40 kîlometran derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye. Rojane li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bombarduman dike. Li Silêmaniyê Mehmed Zekî Çelebî û Hisên Arasan, Akademisyen Nagihan. li Mexmûrê Ebuzêd Ebdullah Dêrhînî û li Kifrî jî Mamosta Şemal şehîdkirin.
PDK’ê di 15’ê Nîsana 2022an de ligel dewleta Tirk a dagirker li sînorê Kanî Masî dest bi êrişek berfireh kir. Îro jî li Zap, Metîna û Herêmên Parastina Medya Gerîla di nava berxwedanek dîrokî de li dijî xiyanetê şer dikin.
Ajansa ANFê herî dawî dibêje, PDK ji sala 1983’yan ve, li dijî Gerîlayên azadiyê û Gelê Kurd bi dewleta Tirk a dagirker re di nava hevkariyê deye.