Parlamentera Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Sabîne Zîmmermann ji rojnameya Passaûer Neûe Presse re axivî û diyar kir ku hejmara teqawîtên dixebitin di nava 15 salên dawî de bi du qatan zêde bûye.
Zîmmermann işaret bi hejmarên Ajansa Xebatê ya Federal kir û got, li gorî daneyên Kanûna 2017’an 1,1 milyon teqawîtên 65 salî li karê ‘Mînîjob’ ê mehane 450 Euro ye, dixebitin. Zîmmermann bi bîr xist ku ev hejmar sala 2003’an tenê 587 hezar bû.
Zîmmermann da xuyakirin ku sala 2003’an 688 hezar kesên 35-40 salî li karên ‘Mînîjob’ dixebitîn, lê niha herî zêde mirovên zêdeyî 65 salî li karên ‘Mînîjob’ dixebitin.
Li Elmanyayê, destpêka salên 2000’î koalîsyona sosyal demokrat-keskan di çarçoveya qanûnên Agenda-2010 de mûçeyên xebatkaran demeke dirêj kiribû. Karên ‘Mînîjob’ jî hatibûn zêdekirin.
Li Elmanyayê ku mûçeyên kêmtirîn ancax salên dawî hate ferzkirin, bi milyonan mirovên ku di karê kêm mûçe ya jî kêm saetan de dixebitin, neçar in di sînorê xizaniyê de bijîn. Li Elmanyayê herî kêm 1,2 milyon karker di sînorê xizaniyê de ne.
Li Elmanyayê ku nifûsa xwe 82 milyon e, herî kêm 13,5 milyon kes di nava xizaniyê de ne. Hejmara bêkaran jî 2,5 milyon e. 70 ji sedî yê bêkaran di nava rîska xizaniyê de ne.