Xizmên girtiyan, doh ji Wanê çûne Enqerê, bi daxwaza “Edaletê pêk bîne” xwestin bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin.
Daxwaza xizmên girtiyan, ji bo vê hefteyê ne hate qebûl kirin.
Xizmên girtiyan jî, li ber Navenda Giştî ya DEM Partiyê, kom bûn û xwestin ber bi Wezareta Edaletê bimşin.
Polîsan xizmên girtiyan asteng kirin û gotin: Wezîr ne li cihê xwe ye.
Xizmên girtiyan jî bi dirûşmeyan astengiya polîsan şermezar kirin û daxuyaniyek dan.
Xizmên girtiyan di axaftinên xwede bal kişandin ser “aştiyeke mayinde.” û gotin:
3 sal derbas bûne ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.
Ev bihiquqî li tevahiya welat bela bûye.
Em ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesên li vê erdngîraiyê têkoşinê dikin. Em bang li hemû rewşenbîrên cîhanê dikin; êdî dengê dayikan bibihîzin.
Piştî daxuyaniyê dayikan laçikên spî yên li ser serê xwe avêtin erdê û banga “aştiyê” kirin.