Xizmên girtiyan li pêşiya Wezareta Dadê çalakî li dar xistin û xwestin ku divê tecrîd were rakirin.

Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, piştî ku daxwaza wan bi Wezareta Dadê re hat redkirin li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Malbatên ji Stenbolê çûne Enqereyê ev sê roj in daxwaza wan tê redkirin. Beriya daxuyaniya malbatan Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan kurteaxaftinek kir û got: “Divê wezareta dadê demildest çareseriyekê bibîne û bikeve nav tevgerê. Ev çend roj in malbat nikarin wezaretê re hevdîtinê bikin.”

Li ser navê malbatan Cahîde Yildirim di civînê de axivî û diyar kir ku ev sê roj tevî hemû hewldanên wan jî hevdîtina wan a bi wezareta dadê re tê redkirin û got ku: “Em dikin û nakin daxwaza me qebûl nakin û red dikin. Naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Heke edalet ev be mala minê ji halê Tirkiyeyê re. Em naxwazin hin bêtir berdêlan bidin. Bila dilê dayikan êdî neşewite. Ev sê roj in em li ser rêyan in. Avahiya Wezîrê Dadê heye lê Wezîr tê de nîne. Qet dilê wan bi êşa dayikan naşewite. Lazim e tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û pêre jî wê tecrîda li ser zarokên me jî bê rakirin.”

Malbatan destnîşan kir ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.