Xizmên girtiyan û parlamenterên DEM Partî Newroz Uysal û Dîlan Kunt, bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin.
Wezîrê Tirk Yilmaz Tûnç, beriya Cejna Qurbanê, bi xizmên girtiyan re hevdîtin kiribû û ji bo doh randevû dabû.
Di hevdîtinê de xizmên girtiyan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên girtiyan û gotin: Pirsgirêkên girtiyan ji ber tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. 40 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev kiryar ne qanûnî ye.
Wezîrê Tirk Yilmaz Tûnç, îddia kir ku tecrîd tune ye û ji xizmên girtiyan xwest ku dev ji çalekiyan berdin.
Xizmên girtiyan jî diyar kir ku heta tecrîd hebe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Parlamenterên DEM Parti jî, anîne bîra Wezîr Yilmaz Tunç ku tecrîd di raporên CPT’ê û biryara tedbîrê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye diyar kirin.
Parlamenteran rapora 2023an ya Buroya Hiqûq ya Sedsalê ku tecrîd û geşedanên li ser Abdullah Ocalan destnîşan dike dane wezîr.
Parlamenteran rapora ku biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdaereyê ku berdan girtiyan asteng dike û pirsgirêkên girtiyên nexweş jî radestî wezîr kirin.