Bi navê kabîleyên xwecihî yên li daristanên Amazonê ne Jose Gregorio Diaz Mirabal daxuyaniyek da û banga alîkariyê li qada navneteweyî kir. Mirabal diyar kir, li dijî pandemiyê binesaziyeke wan, derman û doktorê wan nîne û mirovên bi vîrûsê bikevin nikarin derman bikin.
Mirabal tevlî konferanseke bi dîmen bû ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate lidarxistin û diyar kir, ku li dijî pandemiyê alîkarî bi wan re nehatiye kirin.
Mîrabal bi navê kabîleyên xwecihî banga alîkariyê li qada navneteweyî kir û got, “Ji bo li herêma Amazonê paqijiya etnîkî nebe, divê alîkariya mirovî ya navneteweyî bê kirin.”
Rêxistina bi navê Coîca ku xwecihiyên li Brezîlya, Kolombiya, Perû, Ekvator, Venezûela, Bolîvya, Sûrînam, Gûyana û Gûyana Fransayê temsîl dike, ragihand ku mekanîzmayeke nîne ku xwecihiyên li herêmê bi vîrûsê dikevin qeyd bike.
Rêxistinê di nava meha Adarê de ji bo parastina daristanên Amazonê ji mayin û bazirganên narkotîkê bang kiribû.
Xwecihiyên Emerîkî ku niha tecrîdkirî ne, li gelek nexweşiyên şewbê vekirî û bêparastin in.