Xwendekarên Cezayîrê her Sêşemê çalakiyên şermezariyê dikin. Çalakiya Sêşemê ya cara 44’an, li rasta mirina general Ehmed Gaîd Salih hat. Hikûmetê, ji bo mirina Salih şîna netewî ji bo sê rojan ragihandibû

Xwendekaran beriya niha di çalakiyan de bi dirûşman digotin, ”Bicehime Gaîd Salih”, vê carê gotinên ku rasterast Salih dikin hedefa xwe negotin.

Salih ku ji 2004’an ve Serekerkan e, Duşemê bi krîza dil, mir. Salih 79 salî bû.

Bi encama tevgera protestoyê piştî ku Nîsanê Evdilezîz Buteflîka ji bêgavî xwe ji kar danîn general Salih desthilatî bi dest xistibû. Salih ku tim daxwaza çalakgeran qebûl nedikir, hewl dida ku pergala berdest bidomîne.