Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist.
Xwendekar, nûnerên saziyên sivîl ên taxê, her wiha mamoste û bi dehan şênî beşdarî meşê bûn.
Xwendekaran di meşê de wêneyên Ocalan, alên Komîteya Civaka Demokratîk û pankartên bi nivîsên “Hikumeta faşîst a Erdogan hilweşe”, “Girtina serok girtina mirovahiyê ye”, “Soz didin em ê Efrînê rizgar bikin” hildan.
Meşê ji pêşiya Dibistana Alan Mihemed dest pê kir, li kolanên giştî geriya û ber bi Qada Şehîd Destîna ve çû. Li wir Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk daxuyaniyek ji raya giştî re bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê xwendekar Rodî Hemo û Cîhan Ebdo ve pêşkêş kir. Daxuyanî wiha ye:
“Em komployên qirêjî der heqê rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan de şermezar dikin. Ew rêberê mezin ji bo azadiya me û nexşandina nexşeya jiyanê xwe feda kir, her tim rastî bi me dida şîrovekirin û pêşerojeke azad ji me re neqişand.”
Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku ew ê her tim li ser fikra Ocalan bin, heta ku aştî li her derê bê belav kirin.
Ji aliyê xwe ve endama rêveberiyê Kongreya Star Sîham Bîlal wiha got: “Em çi qas bikin, em heqê Ocalan nadin.” Sîham destnîşan kir ku wê jin her tim li ser rêya berxwedan û têkoşînê bin heta ku dighîjin azadiya Ocalan.
Gelek kesên ku beşdarî meşê bûbûn, tecrîd şermezar kir û hêvî kir ku di demeke nêz de Efrîn rizgar bibe.
Meş bi dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.