Xwişka yek ji girtiyên li girtîgeha İmraliyê bi rêber Abdullah Ocalan re girtî Veysî Aktaş Sabîha Aslan, têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji JINNEWS’ê re axivî.

Sabîha, destpêkê behsa hevdîtinên berê kir ku heta digihan İmraliyê di şert û mercên çawa zehmet re derbas dibûn û anî ziman: İmrali ne girtîgeheke normal e, heta em diçûn di rewşeke îzolekirî de em dibirin, İmrali çol, şil û şepelî bû.

Sabîha, got: Em malbatên 4 girtiyan bi hev re diçûn, 4 odeyên cuda hebûn. Odeyên me yên hevdîtinê ji hev cuda bûn. Tenê carekê min dengê Serokatiyê bihîst.

Dema min bi Veysî re hevdîtin dikir 2 kesên bi maskeyî hebûn. Min daxwaza axaftina bi kurdî dikir, digotin ‘Heke wisa be emê cihaza guhdarkirinê deynîn.”

Sabiha destnîşan kir ku Îmralî navenda tecrîdê ye: “Tecrîd ne tenê astengkirina hevdît û agahî negirtinê ye. Li Îmraliyê ne hiqûq, ne edalet û ne jî heq heye”

Da zanîn ku di demên dawiyê de zanyar ji bo erdhejên mezin ên li herêma Marmara hişyariyê dikin lê tu gav nayê avêtin û xwest demildest girtiyên li Îmraliyê bên tehliyekirin:

Em bi şev û roj girtiyên xwe meraq dikin. Ligel hemû xetereyan jî em muxatabekî nabînin.

Sabîha di dema zûtirîn de daxwaza hevdîtinê kir û got.

“Ji bo ez Veysî bibînim, di nava heftê de bi parêzeran re serlêdanê dikin. Lê tu bersivê nadin me. Hema hema ji ber nefesê distînin jî ceza li wan tê birîn.”

Sabiha got:

Tecrîda li Îmraliyê tu feydeyê nade Tirkiyeyê, berovajî, Tirkiye êdî tune dibe. Heke tecrîd bê bidawîkirin Tirkiye dê behnê bigire. Li Tirkiyeyê derûniya welatiyan xirab bûye. Ev ji ber tecrîdê ye. Çareseriya hemû pirsgirêkan girêdayî gotina ku ji Îmraliyê bê.

Sabîha, her wiha çalakiyên Nobeda Edaletê yên xizim û malbatên girtiyan û greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir û got: “Ev tecrîd wê bi hewldana gelan bi dawî bibe.”