Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 74’an de ye. Cahîde Yildirim xwişka yek ji berxwedêran Yuksel Koç, diyar kir ku ew bi biryarê xwe serbilind e û heta dawiyê pê re ye.
Xwişka Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç Cahîde Yildirim diyar kir, rabûna li ber tecrîda li îmraliyê tê wateya xwedîderketina li aştiyê û bang li her kesî kir ku berî dereng bimîne bibin dengê grevên birçîbûnê.
Cahîde Yildirim ku 30 sal in birayê xwe nedîtiye, ji Tirkiyeyê piştgirî da birayê xwe yê ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe. Yildirim diyar kir ku ew bi birayê xwe serbilind e ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bedena xwe daye ber birçîbûnê û got, “Em dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe û dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn.”
RABÛNA LI BER TECRÎDÊ XWEDÎDERKETINA LI AŞTIYÊ YE
Yildirim anî ziman, desthilatdariya AKP û MHP’ê bi rêya tecrîda li Îmraliyê konsepta şer ferz dike û destnîşan kir, rabûna li ber tecrîdê di heman demê de xwedîderketina li aştiyê ye. Yildirim ku şahid û mexdûrê polîtîkayên salên 1990’î yên dewleta Tirk e got, “Em ji Erdexanê ne. Malbata me gelekî ji şer kişand. Ji ber zext û zora dewletê em neçar man sala 1993’an koçî Stenbolê bikin. Dema em li gund bûn, leşkeran timî diavêtin ser mala me, bavê min û pismamên min destgîr dikirin. Herî dawî bi lêdanê kalikê min destgîr kirin û 13 rojan êşkence lê kirin. Bi zêdebûna gef û êrîşan, em neçar man koçî Stenbolê bikin.” Yildirim anî ziman, birayê wê Yuksel Koç wê demê xwendina beşa endezyariyê qezenç kir, lê ji ber zexta dewletê neçar ma biçe Ewropayê. Yildirim got, ji ber vê zilma bêdawî birayê wî li sirgûnê ye û nekarî tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe jî bibe ku 11 sal berê jiyana xwe ji dest da.
HERÎ ZÊDE DAYIKA MIN LI BER DIKEVE
Yildirim anî ziman, rewşa tenduristiyê ya birayê wî her nebaş dibe, ji ber vê yekê nikare bi telefonê jî pê re biaxivin û got, ew gelekî bi fikar in. Yildirim diyar kir, ji bo karibe agahiyekê ji birayê xwe bigire heta sibehê li ber televîzyonê rûdinê. Yildirim da xuyakirin ku herî zêde dayika wan a 88 salî li ber vê rewşê dikeve û got, “Dayika min timî li Yuksel difikire, xwarinê naxwe, ranazê. Her roj digirî, hingî xemgîn e nikare rabe ser piyan. Naxwaze biçe doktor jî. Jê re dibêjim, ‘dayê te bibim doktor’, ew jî dibêje ‘heta ku kurê min li wir di greva birçîbûnê de be, ez ê li vir neçim doktor, ez ê xwarinê nexwim’.”
DESTHILATDARÎ XWE KERK, KOR Û LAL DIKE
Yildirim diyar kir, ew; malbatên çalakgerên greva birçîbûnê tevlî Civîna Koma HDP’ê ya li Meclîsê bû, lê belê ji ber astengiya polîsan nekarî bi heyeta ji Ewropayê re hevdîtinê bike. Yildirim anî ziman, desthilatdarî û meclîs li pêşberî grevên birçîbûnê xwe ker, kor û lal dike û ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Yildirim bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 113’an de ye û bang li her kesî kir ku berî dereng bimînin bibin dengê berxedêrên greva birçîbûnê. Yildirim got, “Hevdîtina Birêz Ocalan bi parêzeran û malbatê re mafê bingehîn e. Astengkirina vî mafî sûc e. Bila êdî canê kesî neşewite, dayik êdî negirîn. Bêyî dereng be divê daxwazê wan qebûl bibe û tecrîd bi dawî bibe. Êdî bes e… Em alîgirê aştiyê ne, şer naxwazin. Divê em bibin yek û netirsin. Bi destûra Xwedê em ê di demeke kurt de vê tecrîdê bi dawî bikin.”





