Komîserê Edaletê Dîdîer Reynders ku li Desteya Giştî ya Parlamentoyê Ewropayê (PE) li ser navê Sernûner Josep Borell axivî, têkildarê xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan. Reynders diyar kir ku ew bidarvekirina Alî Riza Ekber ê Alîkarê Wezîrê Parastinê yê berê şermezar dikin û bang li meqamên Îranê kir ku cezayê bidarvekirinê rabikin.
Alî Riza Ekber ku hem welatiyê Îranê hem jî yê Îngilistanê bû, bi îdiaya sîxurtî ji Îngilistanê re kiriye hat bidarvekirin.
Reynders da xuyakirin ku rewşa navxweyî ya li Îranê hêj jî metirsîdar e û got: “Ji bo YE bibe bersiv ji bo bûyerên li Îranê, hemû vêbijêrk li ser maseyê ne.“
Reynders anî ziman ku sernûner bixwe dosyeya Îranê dişopîne û got: “Konsey, tevdîrên sînordarkirinê yên têkildarê Parêzkarên Şoreşê yên Îslamê jî di nav de, wê nirxandina hemû vebijêrkên di destên xwe de bike.“