Yek ji gotina ku rejîma kûr a şer a dewleta Tirk ji bo hewldana dagirkeriya 9’ê Cotmehê ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê meşrû bike, bi kar dianî, derewa, ‘têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû.
Lê ne pêkan e ku li ser vê mijarê cîhan qanih bibe. Belgeyên hevkariyê ku ji berê ve û heta niha derketin holê, peymanên bazirganî û leşkerî yên bi DAIŞ’ê re ku ji aliyên kesên fermî ve hatine gotin, sûcên şer ên wan şebekeyên kuştinê ku berdane nav qadê, şêwaza kuştinê ya bi renge DAIŞ’iyan û agahiyên ku DAIŞ’iyên hatin girtin dane, nîşana wê ne ku hewl didin hevkarê vê derewê xilas bikin.
Bi êrîşên ku 9’ê Cotmehê dest pê kirin, çalakbûna DAIŞ’iyan û revandina gelek DAIŞ’iyan, meyla têkiliya nav hevkaran nîşan dide.
Roja ku êrîşa dagirker dest pê kirî, Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu li ser pirsa, ‘’Bi êrîşa dagirkirinê re dibe ku DAIŞ’î êrîşê bînin?’’, bersiva bi ken, ‘’Na tiştek nabe, xeman nexwin’’ tişta ku ji hêla her kesî ve dihate zanîn ragihand.
Hevkariya DAIŞ’ê û dewleta Tirk gelek caran ji hêla kesên fermî ve hatibûn gotin. Em çendeke ji van mînak bidin wê sûdewar be;
●Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê John Kerry li ser pirsa, ‘’DAIŞ petrola qeçax di ser kîjan sînoran re derbas dike’’ ya senatoran gotibû, ‘’Di ser sînorên Tirkiyê û Lubnanê re’’.
●2015’an Wezîrê demê yê Aboriyê yê AKP’ê Mustafa Elîtaş gotibû ji sînorê Karkamişê ya ku di kontra DAIŞ’ê de bû, ji 2013’an heta 2014’an bihayê 2 milyon û 699 hezar dolaran îhracata petrolê kirine û her wiha 2014’an jî bihayê 1 milyon û 838 hezar dolarî îxracata petrolê kirine.
●Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî 12’ê Kanûna 2014’an ji Al Jazeerayê re axivîbû û gotibû petrola ku DAIŞ’ê ji rafînerên Sûriyê û Iraqê bi dest xistî bi navbeynkarên Tirkiyê re firoştiye.
● Nivîskarê The Independentê Robert Fisk 22’yê Sibata 2015’an di gotara xwe de gotibû, bi şertê ku dest nedin Tirba Silêman Şah, ji bo petrola ku wê were derxistin, ji Tirkiyê personelên teknîk xwestibûn.
●Karsazê Sûriyê George Hasvanî ku Yekîtiya Ewropayê ew tawanbar dikir ku ji Sûriyê petrol direvand, gotibû, ‘’Pêşî hûn li wê petrolê binerin ku direvînin Tirkiyê’’.
Li gorî Conflict Armanent Research (CAR) Agahiyên Kurt Rapora CAR’ê;
●Çek, teqemeniyên ku bi dest têne çêkirin û mûhîmat ên ku DAIŞ bi kar tîne, bi tevahî li 51 şîrketan têne dîtin. Ji van 13 jê ji Tirkiyê ne. Ji Tirkiyê ji 13 şîrketan 7 jê dikevin nav berhemên kîmyewî. Ji 51 şîrketan piranî jê bi şîrketên Tirkiyê re xebitîne.
Piraniya kabloyên ku ji bo çêkirina bombeyan têne bikaranîn ji şîrketên Tirkiyê ji bo wan çûne.
●Bazirganiya Hîdrojen Perokstîtîn a ku DAIŞ bi kar tîne (Dema şer ji bo paqijkirina birînê tê bikaranîn. Ji bilî vê jî tê bikaranîn lê di rapora CAR’ê de tê gotin ji bo tedawiyê tê bikaranîn) ji hêla cîhanê ve ji Stenbolê hatiye rêvebirin.
●Amonyum nitrata ku DAIŞ bi kar tîne, tevahiya alûmînyûmê yan şîrketên Tirkan çêkirin an jî bi ne rasterast şîrketên Tirk çêkirine.
Hêzên navnetewî ku destura dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, niha ji ber peymanên hevkariyê tenê bi daxuyaniyên ‘’fikar’’an qîma xwe tînin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got êrîşên dagirker ên dewleta Tirk,’’Wê rîskê bi xwe re tîne ku DAIŞ dîsa ‘xîlafata xwe’ ava bike.’’
Serokwezîra Elmanyayê Angel Merkel jî got êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ku dîsa DAIŞ’ê zindî bike.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê DAIŞ dîsa dest pê kir ku li cîhanê berbelav bibe.
Wezîrê Têkiliyên Derve yê Italyayê Luîgî Mayo got, ‘’Ji bo şerê DAIŞ’iyan kirine ez malavayiyê didim hêzên QSD’ê. Hê talokeya DAIŞ’ê e heye. Bi van êrîşên Tirkiyê re dîsa dibe ku DAIŞ zindî bibe.’’
Daxuyaniyên hevşib hema hema ji hêla hemû dewletên Rojavayî ve hatin.
Lê li ser vê mijarê gotina herî zelal Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê berê yê Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê yê DYE’yê da. McGurk got ji 110 welatan 40 hezar DAIŞ’î ji sînorên Tirkiyê derbas bûne û çûne Sûriyê ‘cîhadê’.
Brett McGurk got, ‘’Lê piştî ku Kurdan beşek ji sînor kontrol kirin Tirkiyê li sînor dîwar danî û sînor girt’.
Beriya ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dest pê bikin bi du rojan Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê hişyarî da hemû cîhanê û got, ‘’DAIŞ wê mijûlbûna li ewlehiya xeta sînor ji bo xwe mîna fersendê bibine û hewl bide ku valahiyê dagirker. Bûyerên dawî ku van deman li Dêrazorê dibin, nîşaneya vê talokeyê ye. Li gel tehdîdên mezin ên li ser xaka Sûriyê û sînor jî rejîma Sûriyê ti tevdîr nestandiye. Berevajî bi daxuyaniyên ku QSD’ê sûcdar dike tehdîdên Tirkiyê meşrû dike. Em bang li gelê Sûriyê dikin ku li dijî gefên domdar helwesteke zelal deynin û giraniyê bidin berjewendiyên netewî.’’
Dawiyê hema bi destpêkirina êrîşên dagirker ên 9’ê Cotmehê re DAIŞ 9’ê Cotmehê saet 02.00’an êrîş bire ser cihên ewlehiyê yên QSD’ê yên li taxa Basil a Reqayê. Avaniya hicreyan a DAÎŞ’ê hewl da ku cihên ewlehiyê yên bajêr bi dest bixe. Hêzên QSD’ê êrîş şikandin.
9’ê Cotmehê dema ku êrîşên dagirker dest pê kirin jî cihên ku dewleta Tirk bi êrîşên hewayî kirî hedef jî bi piranî ew dever bûn ku girtîgehên DAIŞ’ê lê bûn.
Derdora girtîgeha Cerkîn a Qamişloyê hate bombekirin. Li girtîgehê çeteyên DAIŞ’ê diman ku li qada navnetewî mîna yên herî taloke dihatin dîtin.
Heman rojê jinên DAIŞ’î yên li Kampa Holê ku êrîşên dewleta Tirk ji bo xwe mîna fersendê dîtin tevgeriyan.
11’ê Cotmehê şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê jî tevgeriyan. Çeteyên DAIŞ’ê Hevserokê Meclîsa Gel a Bajaroka El Busera kirin hedef. Bi êrîşa mayinê ya çeteyan Hevserok birîndar bû.
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşa bombeyi birin ser Nexweşxaneya El Şehel a li rojhilatê Dêrazorê.
Eynî rojê li navçeya Xoyran a Hesekê bi wesayiteke bombekirî li ber girtîgeha ku DAIŞ’î tê de bûn çalakiyeke êrîşek çêbû.
13’ê Cotmehê Hêzên Ewlehiya Navxwe bi operasyoneke ku li Dirbêsiyê kirin hucreyeke DAIŞ’ê ya ku xwe ji êrîşê re hazir kirî rûxandin.
Jinên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê êrîşên dagirkeriya Tirk ji xwe re kirin fersend û hewl dan ku ji kampê birevin.
12’ê Cotmehê dewleta Tirk li Qamişlo careke dî li Girtîgeha Çirkîn da ku çeteyên DAIŞ’ê lê diman. Dîmenên dema ku dewleta Tirk li Girtîgeha Navkurê dane û wiha kirin ku çete birevin ji hêla hemû cîhanê ve hate dîtin.
14’ê Cotmehê dewleta Tirk vê carê Eyn Îsa ku ya ku kampa DAIŞ’î lê bû kire hedef. Piraniya çeteyên ku kamp dane ber êgir ber bi sînorên dewleta Tirk ve reviyan. Berdevkê Daîreya Karê Derve yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê Kemal Akîf got, ‘’Dewletên di nav Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de cih digirin, Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê, Yekîtiya Ereb, Yekîtiya Ewropayê û hemû rêxistinên mafên mirovan ji bo ku krîzek çênebe divê bi lezginî mudahele bikin.’’
15’ê Cotmehê hin li kampa Eyn Îsa ku çeteyên DAIŞ’ê ku çeteyên Tirkiyê çekd dabûne wan êrîş anîn. Di navbeyna şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran rû da.
16’ê Cotmehê li derdora Kampa Eyn Îsa êrîşan berdewam kir. Li aliyê dî endamekî çete yê bi ser dewleta Tirk ve ji şer sûd wergirti û kete nav kampê. Çeteyên dewleta Tirk komek ji çeteyên DAIŞ’ê yên li kampê revand.
20’ê Cotmehê Serokê Komîteya Ewlehiya Navxwe ya DYE’yê Benny Thomson û endamê komîteyê Mîke Rogers derbarê çeteyên ku bi êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê reviyane, raporeke berfireh xwest.
Dewleta Tirk jî ji bo ku zexta navnetewî ya DAIŞ’ê kêm bike daxuyanî da. Wezîrê Berevaniyê yê Tirk Hûlîsî Akar got, ‘’66 DAIŞ’î hatin girtin’’. Lê ti agahî nehate dayin bê ka ev DAIŞ’î li kûderê û çawa hatine girtin.
Li gorî daneyên ne teqez ên Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê ji roja ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wan dest pê kiriye û vir ve nêzî 1000 DAIŞ’î bi desteka dewleta Tirk reviyane. Piraniya yên ku reviyan ber bi sînorên Tirkiyê ve çûn.