Li gorî daneyên ku ji aliyê Daîreya Statîstîkan a Federal (Destatîs) ve hatin weşandin, li Elmanyayê ku nifûsa xwe 82 milyon e, 19,3 milyon kes koçber in. Ev yek jî tê wateya 23,6 ji sedî ya nifûsa Elmanyayê.

Li gorî heman daneyan, rêjeya mirovên bi eslê xwe koçber ên li Elmanyayê li gorî dawiya sala 2016’an 4,4 pûanan zêde bû.

TENÊ NÎVÊ KOÇBERAN WELATIYÊN ELMAN IN

Zêdebûna rêjeya koçberan balê dikişîne. Tê gotin ku zêdebûna penaberan di nava 3 salên dawî de ku bi milyonekê zêde bû, bandor li vê rewşê kiriye.

Di nava koçberan de rêjeya kesên ku welatiyên Elman in 51 ji sedî ye. 49 ji sedî jî xwedî pasaporta welatekî din e. Rêjeya koçberên welatiyên Elman, sala 2011’an 58 ji sedî bû.

TIRKIYEYÎ DI RÊZA DESTPÊKÊ DE NE, POLON DI RÊZA DUYEMÎN DE NE

Di nava 19,3 milyon koçberî de, bi 2,8 milyonî Tirkiyeyî di rêza yekemîn de ne ku Kurd jî di nava wan de ne. Rêjeya Polonan jî 11 ji sedî ye. Rûs 7 ji sedî, Kazak 6 ji sedî ye. Rêjeya Romanan a di nava koçberan de 4 ji sedî ye.

Li gorî daneyên dawiya sala 2017’na, di nava koçberên bûne welatiyên Elman de, bi Milyonek û 483 hezar kesî Tirkiyeyî di rêza yekemîn de ne.

BI GIRANÎ LI MALA XWE BI ZIMANÊ XWE DIAXIVIN

Li gorî daneyên sala 2017’an, li 24 milyon malên li Elmanyayê, li 10 ji sedî bi zimanekî din ê il derveyî Elmanî tê axaftin. Li malên koçberan 17 ji sedî bi Tirkî tê axaftin.

Li malên ku hem koçber hem jî Elman bi hev re dijîn, 93 ji sedî bi Elmanî tê axaftin.