‘Yekîneya Tohildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî’ berpirsyariya çalakiya 13’ê Tebaxê ya li Rihayê da ser milê xwe, ku li dijî febrîqeyeke madeyên teqemeniyê û alavên elektronîk çêdikir.
Di daxuyaniya ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî’ hate gotin, “Di 13’ê Tebaxê de li Rihayê li dijî febrîqeyeke madeyên teqemeniyê û hilberîna alavên elektronîk yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî bi taktîka şoreşgerî û stratejiya şoreşgerî çalakiyeke sabotajê kir.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li febrîqeyê şewat derket û di encamê de febrîqe şewitî. Yekîneyê diyar kir, “Me ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê efsanewî yê berxwedana xwerêveberiyê Fermandar Çiyager Hêvî kirin.”