Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Wan û Amedê li hedefên leşkerî xistin. Li Êlihê jî wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate îmhakirin. Hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna Egîd Civyan hatine lidarxistin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dem ew dem e, di her kêliyê de berxwedan û têkoşîn bê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dem dema azadiya Rêberê me û gelê me ye” û li ser çalakiyên li sê bajaran hatin lidarxistin ev agahî hatin parvekirin:
“Di 13’ê Cotmehê de çawişekî pispor ê jendermeyan ê tîmên taybet, li navçeya Artemêtan a Wanê hate cezakirin.
12’ê Cotmehê li bajarokê Sixkê yê Wanê li dijî klûbeyeke leşkerî bi teqemeniyan çalakî hate lidarxistin, klûbe hate şewitandin.
12’ê Cotmehê li kolana Ayaz 1 a taxa Yenî ya Wanê bi teqemenî û çekan li dijî wesayiteke dewriyeyê çalakî hate lidarxistin.
12’ê Cotmehê li taxa Hîlal a Êlihê wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate şewitandin û îmhakirin.
11’ê Cotmehê li navçeya Farqînê ya Amedê li dijî du nuqteyên yekîneya leşkerî çalakiya bi bombeya deng hate lidarxistin.”
Yekîneyê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna Fermandarê Herêma Botanê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Egîd Civyan hatine lidarxistin.