Hate ragihandin ku li Stenbolê roja Yekşemê wesayiteke luks a kesekî partiya nîjadperest MHP’î hatiye şewitandin.

Koma bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmet û Şehîd Çiyager ragihand ku roja Yekşemê saet di 23:45’an de wesayiteke luks a kesekî MHP’î şewitandine.

Têkildarî çalakiyê agahiyeke cuda nehate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em bi biryar in ku têkoşîna gelê Kurd ê leheng bibin serî.”