Daxuyaniya fermandariya yekîneyên berxwedana Şengalê wiha ye.

Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de duh bi şev saet derdora 23:00’yan balafirên dewleta Tirk wesîta şervanên me kir hedef.

Di encamê de şervanên me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûn, yek ji hevalên me jî birîndar bû.

Dewleta Tirk di rojek me ya pîroz de ev êriş pêkanî. Ev êriş bê tehemuliya dewleta Tirk a li hember rizgarkirina Şengalê ye. Êriş nîşan dide, tehemula dewleta tirk a qirker û faşîst ji rizgarkirina Şengalê nîne. Ji ber wê di rojeke pîroz de êriş kir.

Hevalên me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr gava çûbûn serdana malbatên xwe di wesayetek sivîl de bûn hedef. Her du hevalên me refên YBŞ’ê de xwedî rolek sereke bûn. Her dû heval ji eşîra Feqîrin ku, di nava têkoşîna Şengalê de xwedî gelek şehîdin.

Fermandariya Yekîneyên berxwedana Şengalê di serî de malbatên şehîdan, ji xelkê Şengalê re sersaxî ji birîndaran re şîfa xêre xwest.

Nasnama Şehîdan wiha ye.

Cahîd Derwêş Elyas bi nasnav Berxwedan Şengalî, sala 2000’î li Til Êzer ji dayîk bû, navê dayîkê Besê navê bav Derwêş Elyas 2017’an li Şengalê tevlî YBŞ’ê bû, 13’ê mijdara 2023’ê li Sinûnê şehîd bû.

Seed Xelîl Qasim Çuko bi nasnav Argeş Feqîr sala 2000’î li Til Êzer ji dayîk bû, navê dayîkê Kamo navê Bav Xelîl Qasim 2016’an li Şengalê tevlî YBŞ’ê bû, 13’ê mijdara 2023’ê li Sinûnê şehîd bû.

Fermandariya YBŞ’ê bi van gotinan behsa berxwedana Şervanan kir.

Hevrê Berxwedan 2017’an tevlî nava refên YBŞ’ê bû, gelek erk û berpirsiyariyên mezin girt ser milê xwe. Dilê wî mezin bû, li hember dijmin gelek bi hêrs û kîn bû.

Hevrê Argeş jî, ji mala Zero ye ku gelek şehîdên wan hene. 2016’an tevlî refên YBŞ’ê bû. Ciwanek bi şên bû. Di warê leşkerî de, pispor bû, wekî dildarê azadiyê tevdigeriya.

Fermandariya YBŞ’ê daxuyaniya xwe wiha domand.

Dijminê vê axê dixwaze, bi êrişan çavê gel bitirsîne, wan ji têkoşîna azadiyê dûrbixe. Dixwazin pêşî li vegera gel bigirin. Daxwaza me ji gel ewe; le hemberî êrişên xêrnexwaz bisekinin, bertek kîn û hêrsa xwe li hemberî dijmin nîşan bidin. Çeka me ya herî mezin berxwedan û têkoşînê. Bivê em dikarin dijmin bidin sekinandin. Emê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin, nehêlin alên rureş li ser vê xakê ba bide.