Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehîd Serbest daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Rêhevalê me Serbest li Efrînê di malbateke welatparêz de hat dinê.
Welatparêziya malbat û derdora wî û bandora şoreşa Rojava bû sedem ku rêhevalê me Serbest ku di nava lêgerîna jiyaneke nû de bû, di sala 2022’an de biryara tevlibûnê da.
Rêheval Serbest, piştî perwerdeya bingehîn ya bîrdoziyê xwest di asta pisporiyê de pêş bikeve û rola xwe ya demê pêk bîne, tevlî hêzên me yên Komandosê bû.
Di asta pisporiyê de azweriyek girt.
Rêheval Serbest tevlîbûna xwe ya bi moral ya jiyanê, ked û fedekariya xwe bû kesayetek mînak.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala şehîdên xwe ya rizgarkirina bajarên xwe yên dagirkirî teqez bi cîh bînin û layiqê hemû şehîdên xwe bibin.
Em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Serbest Heleb û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Rafet Elî bi nasnav Serbest Heleb, navê dayik Heyat navê bav Xalid, li Efrînê ji dayik bû 11’ê Mijdara 2023 de li Helebê şehîd bû.