Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya bi sernavê “Bingeha demokrasiyê ew e ku rêz ji mafê bijartin û hilbijartinê re bê girtin” hat destnîşankirin: Desteya Hilbijartinê ya Bilind dosyeya esasî ya 2014’an ji bo mafê bijartinê wek asteng nedîtiye û piştre jî dosye ji bo serokatiya şaredariyê nebûye asteng. TBB’ê got: “Bêyî ku tiştek bê lêkolînkirin, ji wezîfeyê dûrxistina şaredar, tê wateya destwerdana bêpîvan a li dijî mafê bijartin û hilbijartinê.
Yekitiya Baroyan diyar kir ku bi tayînkirina walî re îradeya gel-hilbijêran li ber çavan nehatiye girtin û li şûna walî bê tayînkirin meclisa şaredariyê dikaribû encûmenek ji nava xwe bijarta.
Yekitiya Baroyan da zanîn ku divê Wezareta Navxweyî dest ji biryara ku girtiye berde û serokê şaredariyê ji nû ve deyne ser wezîfeya wî.