Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ahmet Aboûl Gheîd diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker ‘Dagirkerî û binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye.”

Ji ber êrîşên dewleta Tirk Misirê banga civînê li Yekîtiya Ereban kiribû. Wezareta Karê Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe de got ku “Vê êrîşa li dijî serweriya dewleta Ereban, nayê qebûlkirin.”