27 welatên Yekîtiya Ewropayê, ji ber jirêderketina otorîteriyê, Tirkiyeyê heta meha Hezîranê dixe bin çavdêriyê.

Ewropiyan peyama wê yekê dan ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re asayî bikin. Lê belê li gorî nûçeya AFP’ê, 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê di civîna bilind a îro de ku du rojan wê dewam bike, ji ber nebaşiya mijarên maf û azadiyê wê Tirkiyeyê heta meha Hezîranê bixin bin çavdêriyê.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel di nameya vexwendinê de ya ji bo civîna bilind şandibû wiha gotibû, “Em hewldaneke bi qonax, bi şert û dikare vegere dipejirînin.”

Tê payin ku civîna bilind ji ber şewba Covîd-19 bi rêya vîdeokonferansê bê lidarxistin.

Li gorî AFP’ê dîplomat dibêjin ku Ewropî ji Serokkomarê Tirk bawer nakin, ji ber ku sozên xwe bi cih nîne.

Hate ragihandin ku dîplomatekî gotiye, “Di nava çend mehên bê de, heta meha Hezîranê wê hîn bi hesasiyet nêzîk bibin ku ji bo şert û merc ji bo dewamkirinê guncaw e yan na.” Heman dîplomatî got, “Eger paşketinek bê tespîtkirin, wê Yekîtiya Ewropa berjewendiyên xwe biparêze. Enstruman amade ne.”