Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û ji bo meşa 2’ê Adarê banga tevlîbûnê kir.
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ku Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Day-Mer û Gîk-Der jî di nav de ji 27 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ew bi têkoşîna mafdar û rewa ya çalakgerên greva birçîbûnê re ne û hate bibîrxistin ku gevên birçîbûnê ji zûdeyî ji asta krîtîk derbas kirine, lewma her kêlî hîn bêhtir mirinê nêz dike.
Yekîtiyê got, “Em dixwazin bi bîr bînin ku wezîfeya herî însanî ye ku mirov guh bidin vê qîrînê” û wiha dewam kir: “Ji bo jiyana Leyla Guven û girtiyên din hîn bêhtir nekevin nava rewşeke metirsîdar, em bang li rayedaran din ku mewzûata neteweyî û navneteweyî bi cih bînin.
Em bang dikin ku daxwazên Guven û girtiyên din bi cih werin anîn û ji bo destpêkirina atmosfereke diyalog û çareseriyê gavên pêwîst bên avêtin.”
BANGA JI BO MEŞÊ
Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê li ser meşê got, “2’ê Adara 2019’an saet 14:00 em ê li Trafalgar Sqûareyê li hev bicivin û heta ber avahiya serokwezaretiyê meşeke protestoyî bikin.” Yekîtiyê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.