Wezareta Parastina Ermenistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîl û Tirkiye dronên şer şandine Azerbaycanê.

ÎSRAÎL Û TIRKIYÊ ‘DI BIN NAVÊ ALÎKARIYA MIROVÎ DE’ DRONAN DIŞÎNIN!

Wezîrê Parastinê Artsrûn Hovanîsyan ku li ser Facebookê daxuyanî da got: “Îsraîl û Tirkiye di bin navê alîkariya mirovî de dronan dişînin Azerbaycanê.”

Her wiha hate tekezkirin ku yekîneyên girêdayî fermandariya hêzên hewayî yên Tirk li Qerebaxa Jorîn bombebaranên li hemberî sivîl û jêrxanên sivîlan koordîne kiriye.

‘TIRKIYE ÊRÎŞÊN LI SER SIVÎLAN KOORDÎNE DIKE’

Dîsa di daxuyaniyê de hatiye gotin “Yekîneyên girêdayî fermandariya hêzên hewayî yên Tirk di bingeha hêzên hewayî yên Azerbaycanê dixebite û dronên Tirkiyê kontrol dike. Dron li kêleka 6 balafirên F-16 li Artsah’ê (Komara Qerebaxa Jorîn) êrîşê sivîl û jêrxanên sivîlan dike.”

Hikûmeta Ermenistanê pir caran dabû xuyakirin ku Tirkiye bi awayekî rasterast tevlî şerê li hemberî Qerebaxa Jorîn bûye. Li gel dron û balafirên dewleta Tirk, gelek çeteyên ji Sûriyê û deverên din jî veguhestiye Azerbaycanê. Bi dehan ji wan çeteyan li Qerebaxa Jorîn hatine kuştin.

Dîsa Ermenistanê roja 1’ê Cotmehê sefîrê Îsraîlê jî vexwendibû. Îsraîl bi firotina çekan ji Azerbaycanê re tê tawanbarkirin.