Piştî ku Rûsyayê serxwebûna herêmên Luhansk û Donetskê yên li rojhilatê Ukraynayê nas kir, YE’yê peşniyar kir ku li ser Rûsyayê were jidandin.

YE dixwaze bilez li ser Rûsyayê bijdîne. Konsey û Komîsyona Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar raihandin ew ê li ser Rûsyayê bijdînin, nehêlin ku Rûsya bikaribe xwe bigihîne bazara Ewropayê û xizmetên darayî, her wiha wan banqeyên ku operasyonên leşkerî yên Rûs fînanse dikin, kirine hedefa xwe.

Herdu saziyên Ewropayê xwest yên van herêmên navborî nas dike, li ser wan jî were jidandin û divê bazirganiya bi Luhansk û Donetskê jî bibe hedef.

Sêşemê li Parîsê di civîna wezîrên karê derve ya Yekîtiya Ewropayê de ev pêşniyar wê werin gotûbejkirin.